Davûtoglû û Babacan bertek nîşanî doza girtina HDP’ê dan
Serokê Giştî yê Partiya Deva Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû bertek nîşanî doza girtinê ya li hemberî HDP’ê hatî vekirin dan.
Serokê Giştî yê Partiya Deva Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû bertek nîşanî doza girtinê ya li hemberî HDP’ê hatî vekirin dan.
Serokê Giştî yê Partiya Deva Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû li ser hedabên xwe yên Twîtterê derbarê doza ku têkildarê girtina HDP’ê hatî vekirin bertek nîşan dan.
Babacan got: “Rewabûna siyasî bi piştewaniya civakê tê bi destxistin. Bi riya darazê hewldana astengkirina partiyekî ku 6 mîlyon deng girtiye, bêhurmetiye li hember netewa me yê dengdêr. Demokrasiya me dikare li cihekê ku di nav de ramanên cuda têne axaftin pêş bikeve. “Girtina rêya siyasetê, welat di nava bêçaretiyê de xitimandine.”
Davûtoglû jî li ser Twitterê ev tişt parvekir:
“Girtina partiyên siyasî, xesbkirina mafên parlamenterên hilbijartî rê li pêşiya Tirkiyeyê venake; ew aştiya civakî têk dibe. Yên ku 2053’ê armanc digirin, ên ku qala destûra bingehîn a nû kirin, dixwaze Tirkiyê bixe nav rewşa zilma salên 1990’î. Em ê heya dawî demokrasî û siyasetê biparêzin.”