BI DÎMEN

Davîd Mînoves: Abdullah Ocalan Rêberekî gerdûnî ye

Serokê rêxistina sivîl a Katalonyayê CIEMEN'ê Davîd Mînoves anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêberekî gerdûnî ye û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

KAMPANYA AZADIYÊ

Davîd Mînoves ê ku ji Medya Haberê re axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke demokratîk û mayînde ya li herêmê pêk were girîng e.

Mînoves, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e di heman demê de di qada navneteweyî jî mîna Rêberek tê dîtin û anî ziman ku dewleta Tirk û hêzên rojavayî ev 25 sal in mafên Abdullah Ocalan binpê dikin.

Mînoves got, "Astengkirina hevdîtina Ocalan ya li gel malbatê û parêzerên wî û berdewamkirina tecrîda mutlaq, binpêkirina hiqûqê ye û her wiha mafê mirovan ya gerdûnî tine hesibandine.”

Mînoves, diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan dikare çand û civakên cuda di bin sîwana demokrasiyê de bîne cem hev û got, "Konfederalîzma demokratîk ew sîstem e ku derfetê dide mirovahiyê ku li cewhera xwe vegere û bi rengekî wekhev bijî. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava Kurdan ev bi dest xistine. Li van herêman hûn dikarin bibînin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk bi rengekî bêqisûr dixebite. Ramanên Ocalan ên ji bo jiyana bi hev re ya aştiyane û wekhev û azad, ya herî rasteqîn û pêkan e."