Darizandina DAÎŞ'iyê radestî DYE'yê hate kirin, dest pê kir

Der barê endamê DAÎŞ'ê Rûslan Maratovîch Asaînov îdîaname hate amadekirin ku welatiyê Emerîkayê ye. Asaînov ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve radestî Emerîkayê hatibû kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê der barê Asaînov de îdîaname hate amadekirin. Asaînov welatiyê Emerîkayê ye, bi eslê xwe ji Kazakistanê ye û tê gotin ku di nava çeteyên DAÎŞ'ê de sekvan bû. Asaînov wê ji sûcên perwerdekirina çeteyên DAÎŞ'ê û peydakirina lojîstîkê ji DAÎŞ'ê re bê darizandin û tê xwestin ku heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de bê hiştin.

Tê gotin ku Asaînov di dawiya sala 2013'an de ji mala xwe ya li Brooklynê derket û di ser Tirkiyeyê re xwe gihand DAÎŞ'ê.

Li gorî îdîanameyê Asaînov di nava DAÎŞ'ê de sekvan bû û weke Suleyman El Amrîkî û Suleyman El Kazakî dihate naskirin.

Asaînov Tîrmeha derbasbûyî li Bakurê Sûriyeyê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatibû girtin û radestî Emerîkayê hatibû kirin.

Tê texmînkirin ku ji Emerîkayê derdora 80 kes tevlî DAÎŞ'ê bûne. Heta niha 6 ji wan ên li Sûriyeyê hatin girtin ji bo darizandinê radestî Emerîkayê hatin kirin.