Darbeya qeyûman li Denîzlî û Mêrsînê hat şermezarkirin

Li Denîzlî û Mêrsînê li dijî darbeya qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "Em ê xwedî li vîna xwe derkevin, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat dayîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Denîzliyê li dijî darbeya qeyûman li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Merkezefendî daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Îradeya gel nayê desteserkirin. Ji qeyûman re na”, dovîzên "Em siyaseta qeyûman qebûl nakin", "Li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin, di nava me de bin" û "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

Rêvebera DEM Partiyê ya Merkezefedî Tûgçe Ceylan di daxuyaniyê de axivî û got, “Rêveberiyên xwecihî û şaredariyên gel veguherandine qereqolan û hatin dorpêçkirin. Ev nîşaneya têkçûna rewabûna demokratîk e. Yên dibêjin ew li dijî wesayet û darbeyan têdikoşin bi xwe bûne darbekar. Gelên Tirkiyeyê wê tu carî serî li ber vê zilmê netewîne."

MÊRSÎN

Platforma Jinan a Mêrsînê li ber Pozcu Kotonê desteserkirina şaredariyan şermezar kir. Hevşaredara Akdenîzê Nûriye Arslan û Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Jin qeyûman naxwazin”, dovîzên “Qeyûm wê biçin jin wê bi ser bikevin" û “Qeyûm berive jin tên" vekirin û dirûşma, "AKP destê xwe ji vîna me bikşîne” berz kirin.

Li ser navê platformê Îrem Serîn axivî û diyar kir ku ew li dijî desteserkirina îradeya gel, li ba Gulistan Sonuk, Devrîm Demîr û Saniye Bayram in û wiha got, “Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re çend roj mane, em vê yekê careke din dubare dikin. Dest ji tayînkirina qeyûman li dijî îradeya jinan berdin. Em baş dizanin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi her cûre tundî û polîtîkayên dijhiqûqî hewl dide hebûna xwe biparêze. Li hemberî van polîtîkayên mêtingeriyê weke jin em ê aştiya civakî û jiyana wekhev a hevpar biparêzên û têkoşîna xwe bidomînin.”