Darbeya mezin: Ji bo îfadeyê gazî Demîrtaş hate kirin
Piştî rakirina destlênedayîna parlamenteran Serdozgerê Komara Enqereyê ji bo îfadeyê bang li Demîrtaş kir.
Piştî rakirina destlênedayîna parlamenteran Serdozgerê Komara Enqereyê ji bo îfadeyê bang li Demîrtaş kir.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê, Serdozgerê Komara Enqereyê, ji bo îfadeyê bang li Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş kir. Piştî gûherîna di Distûra Bingehîn a rakirina destlênedayînê de û piştî dosyayên fezlekeyên ku çûn ber destên dozgeran û şûn de di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê daxwaz kir ku Demîrtaş îfade bide. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê, îro di çarçoveya lêpirsînê de daxwaz kir ku Demîrtaş îfade bide.
HINCETA ÎFADEDAYÎNÊ TÊKILDARÎ WEHŞETÊ YE
Hincet îfadedayînê ya Demîrtaş têkildarî jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê ye.
Mijara fezlekeya ku Demîrtaş a îfadedayînê ji axaftinên di 27’ê Sibatê li Mêrsînê di aktivîteya ku ji aliyê rêxistina navçeyê ya Akdenizê ve hatî organîzekirin pêk tên. Demîrtaş di axaftina xwe da bal kişand ser dorpêçên li herêman û bertek nişanî hilweşandinan dabû. Her wiha îfadeyên ku di der barê “Jêzemîna Wehşetê” bi kar anîye, di çarçoveya bi sûcê “Leşkerên dewletê û rêxistinên emiyetê biçûk xistin”, bûne mijara lêpirsînê.
Li gel Demîrtaş piştî rakirina destlênedayînê duh jî Parlamentera HDP’ê yê Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û Bedran Oztûrk jî ji bo îfadedayînê bangî wan hatibûn kirin.
Her wiha hefteyên derbasbûyî jî bi rêya telefonê ji bo îfade dayînê bang li Parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim, Bûrcû Çelîk Ozkan û Ayhan Bîlgen hatibûn kirin.