Dadgeha Tirk, DAIŞ’iyek din berda!
Di rûniştina Doza Qetlîma Sûltanahmetê de DAIŞ’iyek din hate berdan.
Di rûniştina Doza Qetlîma Sûltanahmetê de DAIŞ’iyek din hate berdan.
Di rûniştina doza êrîşa bombeyî ya ji aliyê DAIŞ’yê bi navê Nabîl Fadil ê ku 12’ê Çileya 2016’an li Qada Sûldanahmetê pêk anî de 12 turîstan jiyana xwe ji dest dan, îro li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Di rûniştinê de li ser navê bersûc tevlî nebûn, parêzer axivîn. Parêzeran ku axivîn daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin.
Dadgehê biryara berdana Mohammed Khaled Hawasli da. ji bo Hawasli qedexeya çûna derve hate danîn.
Dadehê têkildarî kesên din li berçavgirtina suc û rewşa delîlan biryara berdanê red kir.
Rûniştin hate taloqkirin.