‘Daraza ku pêwîste edaletê bi cih bîne sûc dike’

‘Daraza ku pêwîste edaletê bi cih bîne sûc dike’

Endama Platforma Jin a Meletî Songul Canpolat, da xuyakirin ku serbestberdana 8 leşkerên ku beriya niha bi du salan li Çewlikê tecawizî zaroka keç kirine bûyereke duyemîn a N.Ç., ye  û got, “Daraza ku pêwîst e ji bo bûyerên wiha edaletê pêk bîne di rewşeke sûcdariyê de ye.” Her wiha Canpolat banga îstîfakirinê li Wezîra Dewletê ya ji Jinan Berpirsiyar Fatma Şahîn kir.

Platforma Jin a Meletî, der barê skandala serbestberdana 8 leşkerên beriya niha bi 2 salan tecawizî zaroka keç a 14 salî kiribûn li Egîtîm-Sen’ê civîna çapemeniyê lidarxist.    

Songul Canpolat a li ser navê platformê daxuyanî da, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojê 5 jin têne kuştin û bi sedan zarok û jin rastî îstîsmara cinsî û tecawizê tên.

Canpolat got, “Bi her cureyî şîddet, tacîz û tecawiz bi hevkariya zilam, dewlet û darazê bi awayekî bi pergal û bi zanebûn pêk tê. Li Çewlikê beriya niha bi du salan  4 jê çawîşên pispor 8 leşkeran tecawizî zaroka keç a bi navê  E.A. kirin. Serbestberdana van kesan careke din da nîşandan ku dewleta li ser esasê zîhniyeta zilamê serwer hatiye avakirin û mekanîzmaya darazê jin mexdûr kiriye û zilam parastiye.”

ÊDÎ PÊWÎST E JI BO VÊ BÛYERÊ QIYAMET RABE

Songul Canpolat di berdewama axaftina xwe de ku banga îstîfayê li Fatma Şahîn a Wezîra Dewletê ya ji Jin û Malbatê Berpirsiyar kir, got ku doza E.A., bûyereke duyemîn a N.Ç. ye û wiha berdewam kir: “Ev çend dozên bişerm ku li Kurdistanê bi destê dewletê têne pêşxistin û bêceza dimînin? Êdî pêwîst e ji bo vê bûyerê qiyamet rabe. Bêdengî erêkirin e. Em bang li gelê xwe dikin da ku li hemberî vê dozê dengê xwe bilind bike û bibe şopdar.”  

Meclîsa Jinan a BDP’ê ya Meletî jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî vê skandalê da. Hevseroka BDP’ê ya Meletî Bîrgul Dogan, bang li her kesî kir ji bo ji mêtingeriya bi destê dewletê li ser bedena jinê tê pêşxistin bêjin, raweste û Dogan destnîşan kir ku wê şopdarên dozê bin.