Danişîna Yuksekdag destpê kir

Danişîna Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag dest pê kir.

Danişîna Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku rehîn e, li Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê destpê kir.

TEVLÎ DANIŞÎNÊ NEBÛ

Parêzerên ku tevlî danişînê bûn gotin ji ber şertê girtîgehê ya ku Yuksekdag lê ye ew heftiyê tenê çend saetan dikarin xwe bigihînin dosyayê û ji ber sedema ku mafê wê yê xweparastinê tê sînordarkirin vê carê tevlî danişînê nebûye.

Parêzeran gotin bê hincet rewşa girtîbûnê ya Yuksekdag didome û diyar kirin vîna gel nikare were gritin.

Ji bo Yuksekdag ji 30 salî heta bi 83 salan ceza tê xwestin.