Danişîna parlamenteran: Rehînkirin û ‘qedexe’ didome
Di danişîna Parlamentera HDP’yî Selma Irmak de biryara ‘domandina rehînetiyê’ derket. Biryara ‘qedexeya derketina derveyî welat’ a li ser Parlamenterê HDP’yî Nîhat Akdogan jî nehate rakirin.
Di danişîna Parlamentera HDP’yî Selma Irmak de biryara ‘domandina rehînetiyê’ derket. Biryara ‘qedexeya derketina derveyî welat’ a li ser Parlamenterê HDP’yî Nîhat Akdogan jî nehate rakirin.
Danişîna 3. a Parlamentera HDP’yî ya Colemêrgê Selma Irmak ku bi cezayê girtinê yê 105 salan tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran ê 5. Amedê hate dîtin. Irmak a ku li Girtîgeha Silîvrî bû, ji ber ku dixwest li dadgehê îfadeyê bide bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê nebû. Di danişînê de parlamenterên HDP’yî, Hevserokên KCD’ê û DBP’ê û endamên TJA’yê amade bûn.
Dozgerê ku danişîn dişopand mutalaa dubare kir û xwest ku biryara domandina rewşa girtîbûnê ya Irmak were standin. Parêzer Ebrû Gunay diyar kir muwekîla wê dixwest ku were dadgehê û parastina xwe bike, xwest ku di danişîneke dî de muwekîla wê bînin dadgehê naxwe wê mafê parastinê were astengkirin. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr jî got ew tevlî mutalaaya dozger a li ser dozê û rewşa girtîbûnê nabin û got ne tesadûf e ku parlamenterên girtî yên li vê dadgehê têne darizandin nayên berdan.
NE BAŞ E KU IRMAK WERE DADGEHÊ!
Parêzer Mesût Beştaş jî got mutalaaya dozger ne belgeyeke hiqûqî ye. Beştaş got, parastina pergala seroktiyê û federasyonê serbest lê parastina xweseriya demokratîk qedexe ye û got, ‘hiqûqeke wiha dibe?’’
Şandeya dadgehê piştî navberekê biryar da ku rewşa girtîbûnê ya Irmak bidome û bi hinceta amadebûna Irmak a li dadgehê ji hêla ewlehiyê ve ‘ne baş e’ daxwaza ku Irmak di rûniştineke dî de hazir be red kir.
Danîşîn taloqî Mijdarê bû.
QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT A AKDOGAN NEHATE RAKIRIN
Danişîna 2. a Parlamenterê HDP’yî yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî, ku ji 4 sûcdarkirinên cihê bi 85 sal cezayê girtîgehê tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran ê 4. hate dîtin.
Parêzerên Akdogan xwestin ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser muwekîlê wan were rakirin. Dadgehê ev daxwaz red kir û danişîn taloqî meha Kanûnê kir.