Danişîna karkerên balafirxaneyê dest pê kir

Danişîna karkerên Balefirxaneya 3'yan dest pê kir. Beriya danişînê daxuyanî hate dayin, hate gotin, ''52 kes mirin lê ne patran siberoja me tê darizandin''

Platforma Hevgirtina Karkerên Balafirxaneya 3'yan beriya danişîna karkerên ku ji ber şertên xirab ên kar protestokirin doz li wan hatibû vekirin, daxuyanî dan.

Beriya danişîna ku 31 kes girtî bi tevajhî 62 karker têne darizandin, daxuyaniyek hate dayin. Di daxuayniyê de parlamenterên HDP'ê, Hevberdevkê HDP'ê Onur Hamzaoglu jî hazir bûn.

'52 KES MIRIN LÊ PATRON NEHATIN DARIZANDIN'

Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveberiya Kar Tezcan Acû got, ''Em li pey daxwazên hevalên xwe ne. Em ji bo karkerên înşeatê maf û azadiyan dixwazin. Bi berdewamî hate gotin, ''Karkeran ji bo ku gotin em naxwazin di nav şertên xirab de bixebitin îro têne darizandin. Lê balafirxaneeyê 52 kes mirin lê ti patron nehate darizandin. Em dixwazin hem karker û hem jî sendîkavan werin berdan''.