Danişîna doza sereke ya KCK’ê didome
Danişîna doza sereke ya KCK’ê didome
Danişîna doza sereke ya KCK’ê didome
7’emîn danişîna Doza KCK’ê ya Sereke ya Stenbolê ku jê 94 girtî 205 siyasetmedar tên darizandin ket roja 4’emîn.
Danişîn bi parastina nûnerê berê yê BDP’ê Şeyhmus Kalkan berdewam kir. Kalkdan da zanîn ku dema mirov li îdianameya der barê min de hatiye dinêrin, dibînin ku yên îdianame amadekirin ji zîhniyetê ne biyanî ne û got: “ Ev zîhniyet bû sedema ku ez koçber bibim. Sedema wê jî ev bû ku min cerdevanî qebûl nekir.
Hema zîniyet di sala 1998’an de jî derket pêşberî min. Ez li Stenbolê şevekê di kontrola nasnameyê de hatim binçavkirin. Rojekê di bin çavan de mam. Kesî tiştek ji min re negot. Min pirsî; çimawe ez girtime. Gotin; Ma tu ne kurdî ne Mêrdîniye.
Cara sêyemîn ez di 2000’î de hatim girtin û 7 rojan di bin îşkencê de mam. Sedam wê dîsa ji ber kurdbûna min bû. Niha jî bi heman zîhniyetê re rû bi rû me.
Danişîn bi parastina Kalkan didome.