DAIŞ li Stenbolê perwerdeya çekdarî dide
Diyar bû ku çeteyên DAIŞ’ê perwerdeya çekdarî daye zarokan. Li Dîlokê jî çeteyên DAIŞ’ê yên ku teqemenî bi wan re hatibû girtin hatin berdan.
Diyar bû ku çeteyên DAIŞ’ê perwerdeya çekdarî daye zarokan. Li Dîlokê jî çeteyên DAIŞ’ê yên ku teqemenî bi wan re hatibû girtin hatin berdan.
Di îdîanameya 35 endamên çeteyên DAIŞ’ê de ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihate birêvebirin kitekitên balkêş derketin holê. Di îdîanameyê de tê gotin, rêxistinê bi navê 'dibistana zarokan' ji zarokan re komele ava kiriye.
Di dîskan de ku hatibû bi dest xistin diyar bû ku li Sultanbeyî, devera ku jê re navenda perwerdeyê dihate gotin çara serê zarokan xira dikin. Di dosyayê de her wiha wêne hene ku di destê zarokan de kilêş hene.
Di dosyaya dozgeriyê de axaftina di ser WhatsAppê ya gumbanbara wiha ye:
"Îro gelek nokerên T.C’ê kewitîne"
"Oxx baş e! Bila bicehimin kafir"
"Niha wê ji wan re şehîd bibêjin"
"Ku werin ser sînor em ê bi hêsanî derbas bibin"
"Ez nikarim bi bekarî derkevim, ê te mêrê te heye"
"Temam, ji bo ku ew derkevin min got yê ku rahêje çeka xwe bila derkeve"
"Wê rojê min hevserê xwe di meşê de dît. Ji bo haziriya cîhada ne hewce ye mirov li eniyê be. Li vir sporê dikin, ku tiştek bibe wê nikaribin biparêzin. Xwedê bibêje erê li daristanê em ê guleyan biteqînin."
"Ku ez zewicî bûma min ê jî biteqandana. Ez ê jî li malê dest bi avêtina tîran bibim"
"Alîkarê Serokkomarê Îranê Îshah Cîhangir tê Enqerê"
"Deynê li ser stûyê me ye ku em ji kurê muta, bê. re em xêrhatinekê bikin"
Di îdîanameyê de tê gotin endamê DAIŞ’ê Selîm S. li ber Meclîsê û li ber hin saziyên Stenbolê keşf kiriye.
ÇAPEMENIYA KURD NIVÎSÎ BÛ
Çapemeniya Kurd ev demeke dirêj e ku li ser xebatên çeteyên DAIŞ’ê dinivîsî. Agahiyên di îdîanameya dozgeriyê de ev agahî teqez kirin.
ÇETE SERBEST IN
Li Dîlokê 4 endamên DAIŞ’ê yên ku bi 150 kîlo teqemenî hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê şandin dadgehê, 2 kes ji wan îro serbest hatin berdan.