DAIŞ’ê li hember artêşa Iraqê gaza klorîn bi kar anî - BI DÎMEN

DAIŞ’ê li hember artêşa Iraqê gaza klorîn bi kar anî - BI DÎMEN

Yek ji malpera nûçeyan a Başûrê Kurdistanê Xendan diyar kir ku çeteyên DAIŞ li hember artêşa Iraqê gaza klorîn bi kar anîne.

Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî artêşa Iraqê ya li bakurê Iraqê bicih bûye gaza klorîn bikar anî.

Di vîdeoya ku Xendan xwe gihandiyê de komek leşkerên Iraqê bi awayekî ku ji hişê xwe çûne ji çem ber bi peravê ve tên derxistin. Leşker diyar dikin ku piştî teqînekê dûmaneke zer li derdorê belav bûye û ji hişê xwe çûne. Şahîdekî din jî ku dûmana zer teyîd kir rewşê di weşana Erebî ya CNN de vedibêje.

Nûçeyên êrîşa kîmyewî ku êrîşeke çeteyên DAIŞ a li hember Kobanê de hat rojevê artêşa Iraqê jî bû muxatab. Gaza Klorîn wek çekek kîmyewî ya kujer tê qebûlkirin û bi guleyên topan jî tê avêtin.