DAIŞ'ê li Amedê belavok belav kir
Piştî Stenbolê li Amedê jî Kovara Tevhîd a bi nêzbûna xwe ya li DAIŞ'ê tê naskirin, belavok xist pêşiya camê wesayîtan.
Piştî Stenbolê li Amedê jî Kovara Tevhîd a bi nêzbûna xwe ya li DAIŞ'ê tê naskirin, belavok xist pêşiya camê wesayîtan.
Piştî Stenbolê li Amedê jî Kovara Tevhîd a bi nêzbûna xwe ya li DAIŞ'ê tê naskirin, belavokên 'ji bo şerîat bicih were, neçin ser sindoqan' xist pêşiya camê wesayîtan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Kovara Tevhîd a nêzî DAIŞ'ê tê dîtin, danê sibehê di serî de li Avahiyên Giştî yên Seyrantepeyê, li gelek semtan belavokên bi nivîsa "Em bi hilbijartina mezin re rû bi rû ne. Ya hukmê Xwedê û şerîat wê were tercîhkirin, yan jî li derveyî wî, wê destek ji mîmarên qanûnên sixêfan re bê dayîn" li camên wesayîtan ve kir.