Dagirkirina Efrînê li Stuttgartê hate şermezarkirin
Li Stuttgartê di meşa Paskalya de ku bi şiyara "Ji bo aştiyê liv û tevger divê" hate lidarxistin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.
Li Stuttgartê di meşa Paskalya de ku bi şiyara "Ji bo aştiyê liv û tevger divê" hate lidarxistin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.
Li Stuttgartê di meşa Paskalya de ku bi şiyara "Ji bo aştiyê liv û tevger divê" hate lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. NAV-DEM jî di nav de 36 rêxistinên aştîxwaz beşdarî meş û mîtînga li Firedensnetz Baden-Wurttembergê bûn.
Di çalakiyê de piştgirî ji Bakurê Sûriyeyê û Efrînê re hate dayin. Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Na ji şe rr e", "Em berxwedana li Rojava silav kirin", "Destên xwe ji Rojava vekişînin, azadî ji Kurdistanê re", "Ji bo aştiyê liv û tevger divê" vekirin. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Nûnera NAV-DEM'ê Gulay Akdemîr li qada çalakiyê axivî û destnîşan ikr ku divê leşkerên Tirk derhal ji Efrînê werin vekişandin.