Dagirkeriya Tirk li Stûttgartê hate protestokirin

Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman ên li êşiya HBF Stattgûrt hatin ba hev li dijî şer û dagirkeriyê meşek lidar xistin.

Di meşê de pankarên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî ên dagirkeriyê şermezar dikin hatin hildan. Her wiha dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Hemû dagirker ji Kurdistanê bi cehenimin’ û ‘Terorîst Erdogan’ hatin qîrkirin.

Girseya ku demek kin zêde bû ber bi navenda Qada Kobanê ve li ser çalakiya xwe daxuyanî dan û dawî li çalakiya xwe anî.