Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li Atînayê hate şermezarkiri
Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li navçeya Lavrionê ya paytexat Yewnanîstan Atînayê hate şermezarkirin.
Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li navçeya Lavrionê ya paytexat Yewnanîstan Atînayê hate şermezarkirin.
Li kampa Lavrionê ya bajarê Atînayê bi çalakiyek girseyî bi tevlîbûna bi sedan kesî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê hate lidarxistin. Çalakgeran di meşê de belavok belav kirin û bal kişandin ser berxwedana Efrînê. Şêniyên kampa Lavrionê bi alên PKK, KCK, YPG,YPJ, PYD û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "terorîst Erdogan", "Jin jiyan azadî", "dewleta dagirker ji Kurdistanê derkeve", û "Yek e yek e yek e Kurdistan yek e" hatin qîrîn.
Çalakger heta ber avahiya Serokwezaretiyê meşiyan. Piştre bi navê girseya gel siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol axivî. Di çalakiyê de ji bo balê bikşîne ser bêdengiya dewletên desilatdar daxuyaniya niviskî radestî şêwirmendê parastinê yê Serokwezîr Çîpras hate kirin.