Dadger: Heke Demîrtaş were dadgehê dibe ku rewşeke taloke çêbibe

Dadger bi hinceta avaniya siyasî ya Amedê qebûl nekir ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş roja danişînê were dadgehê.

Danişîna 5’an a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîtaş a bi îdîaya ku heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye û 1 sal û 4 meh cezayê girtîhê jê re tê xwestin li 4’emîn Dadgeha Cezayê ya Aslî ya Amedê pêk hat. Demîrtaş li dadgehê ne hazir bû. Dadger biryara navberê ya li ser neqlikirina bajarekî dî ya dozê ya bi hinceta ‘ewlehiyê’ xwend û got ji bo ku dosyaya dozê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin wê derbarê esasa dozê nikaribe beyanê bistîne.

PARÊZER LI DIJ DERKETIN

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman diyar kir ku ew biryara navberê ya li ser neqla dozê ya dadgegê qebûl nakin, ji ber ku di vê mijarê de şertên hewce pêk nehatine û bal kişande ser wê ku ne diyar e bê ka biryar ji bo ewlehiya dewletê yan ji bo ewlehiya Demîrtaş hatiye standin. Karaman xwest ku dadgeh dev ji vê biryara xwe biqere û daxwaza danîna biryareke dî ya navberê kir. Karaman diyar kir ku bi guherîna BHQ’ê ya bi Nimroya 694’an bêyî ku sînordariya sûc hene îfadedayina bi SEGBÎS’ê ya ku ji bo her kesî derbas dibe li dijî guherîna CMK’ê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Destûrê ye û xwest ku Demîrtaş were dadgehê û parastina xwe bike.

JI DADGER BIRYARA SIYASÎ

Dadger ê ku biryara navberê dayî biryar da ku bersiva muzekkereya ku ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye nivîsîn were. Dadgeh bi hinceta ‘ewlehiya cameweriyê di talokeyê de ye’ daxwaza parêzer qebûl nekir.

Danişîn daloqî Nîsana 2018’an bû.