Dadgehê daxwaza beraetê ya parêzerên Ocalan red kir

Di rûniştina der barê 43 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat vekirin pêk hat û daxwaza parêzeran a beraetê hate redkirin.

Di rûniştina der barê 43 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat vekirin pêk hat û daxwaza parêzeran a beraetê hate redkirin.

Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 22'yê Mijdara 2011'an di bin navê "KCK'ê " de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Heyeta hiqûqnasên Fransayê, OHD û ÇHD'ê tevlî rûniştinê bû. Piştî tesbîta nasnameyan rûniştinê destpê kir. Prz. Mustafa Ruzgar, Baran Dogan û Firat Epozdemîr parastina hempîşeyên xwe kirin.

'SEDEMA DARIZANDINÊ XEBATÊN PÎŞEYÎ NE'

Prz. Mustafa Ruzgar diyar kir ku sedema darizandina parêzeran ji ber xebetên pîşeyî ne û lêpirsîn li dijî hiqûqê ye. Ruzgar anî ziman ku lêpirsîn bi mantiqa hiqûqa "bi dijmin re şer" hat meşandin. Ruzgar da zanîn ku lêpirsîn bi binpêkirina mafên hiqûqî hate kirin û wiha got: "Îdîanameya hatiye amadekirin li dijî hiqûqê hatiye amadekirin. Ev lêpirsîneke xwe dubarekirî ye."

'DARIZANDIN PROJEYEKE SIYASÎ YE'

Prz. Baran Dogan jî diyar kir ku darizandina tê kirin darizandineke projeyeke siyasî ye. Prz. Firat Yilmazer jî diyar kir ku polîsên hatin girtin polîsên dosya amadekirin e û wiha got: "Divê heta lêpirsîna têkildarî îdîayên paralel de xilas nebe ev darizandin neyê kirin. Divê ji vê astê wêdetir ev darizandin neyê kirin." Yilmazer xwest ku parêzer beraet bibin. Piştre heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir.

Piştî piryarê Hevserokê OHD'ê yê Stenbol Prz. Sînan Zîncîr diyar daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku armanca girtina parêzeran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêparastin bihêlin bû. Zîncîr anî ziman ku delîlên lêpirsînê hemû hevdîtinên di navbera Ocalan û parêzeran de pêk dihat û wiha axivî: "Fikrên ji Îmraliyê derdikevin îro li kolanan, parlamentoyê û meclîsê ne.

Piştre heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û ji bo dosyayên KCK'ê yên ji Dadgeha Destûra Bîngehîn re şandin bipirsin, doz taloqî 22'yê Cotmehê kir.