Dadgeha Elman cezayê girtîgehê da siyasetmedarê Kurd!

Doza Endamê Navenda Civaka Demokartîk a Oldenbûrg Yunus Oğur ku di çarçoveya qanûna 129/b a Elmanyayê de dihate darizandin bi dawî bû. Dadgeha Eyaletê a Bilind ya Celle yê 6 meh cezayê girtîgehê li Oğur birî.

Li Elmanyayê di meha Çile ya derbasbûyî de di çarçoveya qanûna ‘antî teror’ de ku siyasetmedarên Kurd tê darizandin, Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Oldenburgê Yunus Oğur jî hatibû beşdarkirin. Doza ku ji qanûna 129/b a Elmanyayê li Oğur hatibû vekirin li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Celle bi dawî bû.

Dibin pêşengtiya saziyên Kurd te çalakî û aktiviteyên dihate kirin weke têkiliyên bi PKK’ê re hatibû diyar kirin û doz hatibû vekirin, Oğur jî ji 17’ê Çileya 2018’an ve tê darizandin. Rûniştina dozê duh hate kirin û nêzî 2 seatan dom kir, heyeta dadgehê 6 meh cezayê girtîgehê da Oğur.

 Beriya ku doz dest pê bike dadger bangî Oğur kir û wiha got; “Eger ku hûn sûcên ku ji bo we tê gotin qebûl bikî û di hizûra dadgehê de soz bidî ku carek din van tiştan nekî ez ê vê dozê bigrin” balkêş bû.

 Lê Oğur li dijî vê pêşniyaza dadgehê wiha got; “Ez van sûcan qebûl nakim û vê pêşniyaza we jî red dikim”. Parêzerên Oğur diyar kirin ku wê vê biryarê îtiraz bikin.

Oğur bi organîzekirina xwepêşandanên ku bi destûr hati girtin tê sûcdarkirin. Siyasetmedarê Kurd Oğur jî li dijî sûcên dadgehê wiha parastina xwe kiribû, “Meşên ku ez beşdar bûme ne ji bo PKK’ê bûn, ji bo piştgirîdayîna gelê Êzidî bûn.’’