Dadgeha Bilind  serlêdana Yukseldag qebûl nekir

Dadgeha Bilind a Tirk serlêdana şexsî ya Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ya li Dadgeha Bilind bi helwesteke siyasî qebûl nekir.

Li Tirkiyê ku pergala hiqûqê nemaye û hiqûq bûye gotinên ji deverê Rêveberên AKP’ê derdikevin serlêdana şexsî ya Yuksekdag a li Dadgeha Bilind nehate qebûlkirin.

Serlêdana şexsî bi van  sedeman hate kirin ku destgîr kirin û girtina Yuksekdag a piştî dema girtina wê ne bi tevdîrên hiqûqî ye, ji ber sînordarkirina xwe gihandina dosyaya lêpirsînê, mafê azadiya şexsî û ewlehiyê hatiye binpêkirin û mijarên darizandinê çalakiyên bi çarçoweya azadiyê ramanê û xebatên siyasî ne û her wiha ji ber sedema girtîbûnê, pêkneanîna peywira parlamenteriyê û binpêkirina azadiya derbirînê û binpêkirina hilbijartin û xebatên siyasî.

Dadgeha  Bilind a Tirk li ser vê serlêdanê biryara ‘nikare were qebûlkirin’ da. Dadgehê girtina Yuksekdag bi rengê ‘hiqûqî’ bi nav kir û her wih got, ‘’tevdîra girtinê qanûnî ye’’.

Her wiha hate gotin ‘sedemên girtinê yên bi gumana ku wê bireve xwedî bingehên diyardeyî ye’.