Dadgeha Bilind cezayê Tuncel erê kir

Dadgeha Bilind cezayê Tuncel erê kir

Dadgeha Bilind 8 sal û 9 meh cezayê ku li hevseroka Giştî ya HDP’ê û parlamenter Sebahat Tuncel hatibû birîn erê kir. Di rewşa ku biryar biçe Meclisê û li Lijneya Giştî bê xwendin dê parlamenteriya Tuncel bikeve. Her wiha dibe ku Tuncel bikeve girtîgehê jî.

Tuncel ku li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dihat darizandin û ji vê dozê girtî dihat darizandin di 2007’an de ji bo parlamenteriyê hatibû hilbijartin, hat berdan.   9’emîn Dadgeha Bilind 8 sal û 9 meh cezayê Tuncel erê kir.

Di rewşa ku biryar biçe Meclisê û di Lijneya Giştî de bê xwendin dê parlamenteriya wê bikeve. Her wiha dibe ku bike girtîgehê jî.

Tuncel ji ber ku ji salekî zêdetir ceza girt dê êdî nebe parlamenter jî.