DAÎŞ li Iraq û Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kir

Çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê êrîşî hêzên asayîşê kir, 3 hêzên asayîşê şehîd bûn. 5 endamên asayîşê, 2 jê zarok û 8 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk sûd wergirtin û duh êvarê êrîşî gundên Germiyanê yên Başûrê Kurdistanê kir. Di êrîşê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê bi hawan û çekên giran êrîşî bendên asayîşê yên li gundê Kuleco yê bajaroka Koksî ya Kifriyê kirine. Di vê êrîşê de Berpirsê Asayîşa Kulacoyê Yarbay Simko, endamên asayîşê Mahmûd Cûma û Cûma Abid şehîd bûne. 5 endamên asayîşê, 2 zarok û jinek jî birîndar bûne.

Şer heta şev jî domiya. Hate diyarkirin ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê hatiye şikandin û li dijî çeteyan operasyonek hatiye destpêkirin.