Piştî ku îro saet 13:00’an çeteyên DAÎŞ’ê 4 leşkerên Iraqî li bajarokê Daqûq ê dikeve başûrê Kerkûkê revand û şûnde, hêzên Iraqî û Heşdî Şebî ji bo dîtina van leşkeran li herêmê dest bi tevgerê kir.
Dema ku lêgerîn li gundê Smaqe Sufla dom dikir li vir çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser hêzên Iraqî.
Li gorî agahiyên ANF’ê ji herêmê girtin, heta niha 3 polîsên federal ên Iraqî birîndar bûne. Navê yek ji birîndaran jî Raîd Muxlis e.
Her wiha çavkaniyeke taybet ku agahî da ANF’ê diyar kir ku 2 leşkerên Iraqî mirine, 11 jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku leşkerên miriîn û birîndar bûne girêdayî Alaya 45 a Iraqê ne.
Di encama şer de jî 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuşin.
Şerê li herêmê jî dawî bû.