DAÎŞ'ê li Enbarê jî êrîş kir

DAÎŞ'ê duh li bajarê Enbarê yê Iraqê êrîşî artêşa Iraqê kir. Ji ber êrîşê 7 leşker mirin.

DAÎŞ ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li Sûriye û Iraqê ji nû ve ruh hatê, piştî Mûsil û Kerkûkê duh jî li bajarê Enbar ê Iraqê êrîş bir ser artêşa Iraqê. Di encamê de 7 leşkerên Iraqê mirin.

Ji artêşa Iraqê serpel Ahmed el Duleymî li ser êrîşê daxuyanî da û diyar kir, çeteyên DAÎŞ'ê li bejahiya navçeya Rutbe ya bajarê Ramadî yê navenda Enbarê kemîn danîn pêşiya hêzên artêşê.

Duleymî got, ji ber êrîşê 7 leşker mirin û di şer de 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

DAÎŞ JI NÛ VE ZINDÎ DIBE

Piştî ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kir, li Dêra Zor, Kerkûk, Mûsil û Enbarê DAÎŞ ji nû ve kete nava liv û tevgerê. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke sedema jinûve zindîbûna DAÎŞ'ê tê dîtin. Pisporên siyasî dibêjin, ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, hêzAên YPG, YPJ Û QSD'ê dest bi parastina Efrînê kirine, lewam DAÎŞ'ê jî ev yek ji bo xwe weke firsendekê dîtiye û ji nû ve tevdigere.