DÎSK-NL: Hejmara bêkaran 13 milyonî derbas kir
Navenda Lêkolînê ya Konferderasyona Sendîkaryên Karker ên Şoreşger (DÎSK-NL) diyar kir ku daneyên hikûmet ragihandî ne rastin û hejmara bêkarna 13 milyon kesî derbas kiriye.
Navenda Lêkolînê ya Konferderasyona Sendîkaryên Karker ên Şoreşger (DÎSK-NL) diyar kir ku daneyên hikûmet ragihandî ne rastin û hejmara bêkarna 13 milyon kesî derbas kiriye.
DÎSK-NL rapora bêkariyê ya meha Hezîranê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku daneyên hikûmetê yên dispêre Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiye (TUÎK) û Lêkolîna Hêzê ya Navmalî (HÎA) a Adara 2020’ê rastiyê nîşan nade.
Di raporê de hate diyarkirin ku rêjeya bêkariyê ji 0,9 derbasî 13,2 bûye. Li gelemperiya Tirkiyeyê hejmara bêkaran a temenê wan 15 û jorî wê li gorî Adara 2020’ê û sala borî ya heman demê 573 hezar kes kêmbûye û gihiştiye 3 milyon û 971 kesî.