CPT çû serdana girtîgehan

CPT çû serdana girtîgehan

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) di navbera  9 – 21’ê Hezîranê de hat Tirkiyeyê. CPT ku gelek girtîgeh ziyaretkirin der barê rewşa heyî de agahî wergirtin û têkildarî xebatên xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya têkildarî serdanê de, hat destnîşankirin ku di binçavan û pêvajoyên girtinan de pêkanîn û kiryarên mirov pêre rû bi rû dimînin û her wiha di mijarên mafên bingehîn ên wek xwegihandina parêzer lêkolîn kirine. Di daxuyaniyê hat gotin ku serdana Tirkiyeyê li pêvajoya çalakiyên protestoyî yên bi berxwedana Parka Gezî re dest pê kirine û li tevayî welat bibûn jî rast hatiye û CPT bi kesên di van berxwedanan de hatine binçavkirin re bi taybet eleqedar bûye.

Di daxuyaniya CPT’ê de tê gotin ku li Enqere û Stenbolê bi gelek kesên hatine binçavkirin re hevdîtin hatine çêkirin û heyetê der barê rewşa girtîgehan, xizmetên tenduristiyê û her wiha bi kesên cezayên giran wergirtine û yên temenê wan biçûk re hevdîtin çêkiriye.

Di  heyeta CPT’ê de ligel, Jean Pierre Restellini, Marija Definis-Gajanovic, Maite de Rue, Julia Kozma, Jan Pfeiffer, Ana Racu; Şefê  Beşê Michel Neurauter, Sekreterê Giştî Elvin Aliyev û Mıdûrê Girtîgehên Belçîka Jurgen Van Poecke hebû.

Sazî û Girtîgehên ku Heyet çû serdana wan ev in:

Enqere

Di Muduriyeta Polîsan de têkoşîna bi terorê re

Buroya Koçberiyê

Asayîş

Narkotîk

Sûcên Organîzekirî

Amed

Di Muduriyeta Polîsan de têkoşîna bi terorê re

Sûcên Organîzekirî

Emniyeta Baglar

Stenbol

Di Buroya Polîsan a Stenbolê de buroya têkoşîna bi terorê re

Îzmîr

Di Muduriyeta Polîsan de têkoşîna bi terorê re

Sûcên Organîzekî

Riha

Muduriyeta Polîsan a Riha

Muduriyetên Polîsan ên Bêrecûk, Eyyubiye, Siwêreg

Muduriyeta Giştî ya Cendermeyan

Her wiha CPT da xuyakirin ku ev çûne serdana wan girtîgehan jî: Enqere Sîncan, Amed Tîpa D, E, Dîlok Tîpa E, Gîrtîgeha Zarokan a Îzmîrê, Îzmîr Tîpa T ya 2 numara, Gîrtîgeha Jinan a Îzmîrê, Rîha Tîpa E, Tekîrdag Tîpa F 2 numara.

Hat ragihandin ku Heyeta CPT’î kesên di çalakiyên dawiyê de hatine girtin û li Girtîgeha Buca ya Îzmîrê dimînin jî ziyaret kiriye û bi wan re hevdîtinên kurt çêkirine.

Her wiha hicrikên li Dadgeha  Riha yên kesên tên darizandin di wan de tên rawestandin jî ziyaretkirin.