CPT bi gotina ‘Em bi mijarê re eleqedar in’ ve derbas kir

Rêveberên CPT'yê yên li gel heyeta li ser navê 63’ê saziyên tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bûn re hevdîtin kirin, diyar kirin ku ew rewşê dişopînin, heyetê jî destnîşan kirin ku heta Îmralî bê ziyaretkirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Di dema çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT’yê ya girêdayî Konseya Ewropa (KE) ku bi lezgîn biçe Îmralî û agahiyekê têkildarî Ocalan bide, bi rêveberên CPT’ê re hevdîtinek pêk hat.

Di dema çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya CPT’yê, heyeta ji Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Gel a Ewropa (KCDK-E) û nûnerên YNK’ê û Goran a ji 5 pêk dihat, bi rêveberên CPT’ê re hevdîtinek pêk anîn.

Hevserokê KCKD-E’yê Yuksel Koç ê têkildarî hevdîtina bi qasî saetekê dom kir, agahî da û diyar kir ku li ser navê saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Asûrî û Sûryanî jî di nav de li ser navê 63 saziyan hevdîtin pêk anîne. Koç diyar kir ku 2 rêveberên CPT’yê ew pêşwazî kirine, anî ziman ku heta heyetek li gel Ocalan hevdîtinê bike wê çalakiyên xwe bidin dewam kirin.

Koç destnîşan kir ku dixwazin gelê Kurd bixapînin û anî ziman ku di rewşa heyî de CPT ji bo polîtîkayên qirêj ên AKP’ê dibe destekê. Koç bibîr xist ku ev demeke dirêj e ne parêzer û en jî malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye, destnîşan kir ku CPT’ê ji bo wan gotiye em bi mijarê re eleqdar in.

Rêveberên CPT’yê ji bo heyetê jî diyar kiriye ku li ser destûrnedana hikûmeta Tirk rapor derbarê serdana demê borî ya têkildarî Ocalan de nehatiye parvekirin.

Rêveberên CPT’yê destnîşan kirin ku têkildarî mijarê gelek heyetên Kurd ji bo wan ragihandiye, diyar kir ku wê şopdarê mijarê bin. Rêveberê CPT’ê li ser daxwaza wê heyetekê bişînin ziyareta Ocalan, ti bersivek têrker nedan.

PEYAMA ‘HETA CPT BIÇE ÎMRALÎ WÊ ÇALAKÎ NEYÊ RAWESTANDIN’

Yuksel Koç , carekî din diyar kir ku di hevdîtinê de diyar kirine ku li ser navê 63 saziyan daxwaz dikin, destnîşan kirin ku heta ku heyetek têkildarî rewşa Ocalan lêkolîn bikin û agahiyek pêbawer bê dayîn wê çalakiyên xwe bidomînin.

Parlemetera HDP’ê Tûgba Hezer jî bal kişand ser nûçeyên provakatîf ên di çapemeniya Tirk de balav bûne û diyar kir ku heta têkildarî vê mijarê agahiyek zelal û pêbawer bê dayîn wê çalakiyên xwe nerawestînin. Hezer anî ziman ku CPT’ê gotine bi mijarê ve eleqedar in. Hezer binî xet kir ku heta ev mijar bi encam bibe divê çalakî qet neyên rawestandin, berxwedan dewam bike.