Covîd-19: Li Îran, Iraq û Başûr rewşa dawî

Li Îranê hejmara kesên mirin gihişte 988’an, îro jî li Iraqê 21 kes bi koronayê ketin û 11 kes jî mirin.

Bandora vîrûsa Korona ya li Îran, Iraq û Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Nûnertiya Têkiliyên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ve hate kirin, di nava 24 saetên dawî de 135 kes mirin û hezar û 178 kes jî bi vîrûsê ketine. Wezaretê ragihand ku heta niha 16 hezar û 169 kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 389 kes jî ji vîrûsê rizgar bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiya Îranê hejmara kesên bi vîrûsê ketine li gorî bajaran wiha rêz kir:

"Tahran 4047, Qom 1052, Gîlan 903, Esfehan 1376, Elborz 830, Mazenderan 1433, Merkezi 759, Qezvîn 473, Semnan 517, Golistan 331, Xorasan Rezewî 631, Fars 326, Loristan 324, Tebrîz 487, Xozestan 331,

Yezd 426, Zencan 241, Sine 167, Erdebil 203, Kirmaşan 145, Kirman 116, Hemadan 142, Sistan ve beluçistan 82, Hormozgan 112, Xorasan Cinubî 119, Xorasan Şimalî 100, Çarmehal ve Bextiyarî 54, Îlam 110, Urmiye 258, Kohgîluye ve Boyer Ehemad 32, Buşehir 42."

IRAQ Û BAŞÛR

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ve hate belavkirin Başûrê Kurdistan jî di nav de heta niha li gelemperiya Iraqê 154 kes bi vîrûsê ketine û 11 kes jî mirine.

Li gorî daxuyaniya duh a Wezareta Tenduristiyê ya Başûr û rayedaran 29 kes bi vîrûsê ketine. Di daxuyaniya saetên şevê jî hate dayîn de 4 kesên bi vîrûsê ketibûn li Silêmanî baş bûne û hatine şandina malên wan. Piştî vê daxuyaniyê bi demek kin li Silêmaniyê 3 kesên din bi vîrûê ketin. Li gorî vê li Başûr 4 kes baş bûne û şandine mal û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine bûye 27.

Qedexeya çûn û hatina di navbera bajarên Silêmanî, Hewlêr, Dihok û dîsa navçe û gundên Başûrê Kurdistan ku 14’ê Adarê hatibû ragihandin, 4 roj li pey xwe hişt. Ev biryara qedexeyê ya ewilê ji bo du rojah hatibû dirêjkirin 15’ê Adarê Helebçe jî li xwe girt û ji bo sê rojan hate dirêjkirin.