Ciwanên YXK’ê li Kasselê belavok belavkirin

Ciwanên YXK’ê li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo Cejna Azîz Nîkolas a Xirîstiyayan bi çenteyên alê PKK’ê li ser belavok û çîkolate belavkirin, peyama “Li Rojhilata Navîn bi hezaran Xiristiyan ku Cejna Noelê pîroz dikin ev jî bi saya PKK’ê ye.”  dan.

Ciwanên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li navenda bajarê Kassel ê Elmanyayê bi cilên Noel baba û çenteyên ala PKK’ê li ser diyarî belavkirin. Ciwanan belavokên têkildarî 40’emîn salvegera PKK’ê jî belavkirin. Welatiyên li derdor eleqeyek mezin nîşanî çalakiya ciwanan da.

Di belavokan de wiha hate gotin; “Eger îro li Rojhilata Navîn bi hezaran Xirîstiyan ji DAÎŞ’ê natirse û Cejna Noelê pîroz dikin ev bi saya PKK’ê ye û deyndarê PKK’ê ne.”