Ciwanên Kurd li Ûkraynayê komkujiya Helepçeyê protesto kirin
Ciwanên Kurd li Ûkraynayê komkujiya Helepçeyê protesto kirin
Ciwanên Kurd li Ûkraynayê komkujiya Helepçeyê protesto kirin
Ciwanên Kurd yê li bajarê Ûkraynayê Sûmî zaningehê dixwînin bi civînekê komkujiya Helepçe şermezar kirin. Di cîvîna bîranînê de li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin.
Ciwanên Kurd yê li Ûkrayna bajarê Sûmî zaningehê dixwînin bi boneya salvegere komkujiya Helepçe civînek li dar xistin. Civîna ku donî şev di saet 19:00’an de hat li darxistin bi deqeyekê li ser giyana Kurdistaniyên ku di komkujiyê de jiyana ji dest dane rêz hat girtin.
Di civînê de li gel nunerê rêxistinên ciwana yê Ûkrayna nêzî 80 xwendevan beşdarbûn. Di civînê li ser wate û girîngiya rojê ji hêla ciwan ve axaftin hatin kirin.
Her wiha di civînê de hevdîtinên di navbara serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de tên kirin jî erênî hatin nirxandin.