Ciwanên Kurd li Sûmî cejna Newrozê pîroz kirin

Ciwanên Kurd li Sûmî cejna Newrozê pîroz kirin

Ciwanên Kurd yê li bajarê Ukrayna Sûmî zanko dixwînin li gel dostê xwe yên Rûs û Ûkraynî li meydana Sûmî bi tevlîbûnek girseyî agir pêxistin û cejna Newrozê pîroz kirin.

Duh danê êvarî ciwanên Kurd yên li bajarê Ûkrayna zanko dixwînîn û xebat dikin, bi beşdarbûna xwendevan û endamên saziyê civakî yên Rûs û Ûkraynî bi tevlîbûnek girseyî cejna newrozê hat pîroz kirin. Ji ciwanên ku li meydana Sûmî kombûne re berdevkê ciwanan axaftin kirin. Piştî axaftina di bin hewaya sar de agir hat pêxistin û goven hat gerandin.

Polîsên Ûkrayna bi boneya ku destûr nehatiye girtin, xwest ciwan pîroz bahiyê bi dawî bikin. Di navbera ciwanên ku nexwestin pîrozbahiya Newrozê bidawî bikin û polîsan de demek kurt be jî pevçûn derket. Piştre ciwan belav bûn.