Ciwanên Kurd li balafirgeha Bordeaux çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd li balafirgeha Bordeaux çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd li balafirgeha Bordeaux çalakî li dar xistin
Li bajarê Bordeaux ê Fransa komek ciwanên Kurd li balafirgehê çalakiya dagirkirinê pêk anîn.
Ciwanên Kurd ên Saet 20.00’an hatin balafirgehê pankartên, “Hêzên navneteweyî divê kesên ku çekan didin çeteyên DAIŞ asteng bikin”, “Li hember terorîstan Kurd li ber xwe didin hêzên navneteweyî li ku derê ne” vekirin. Ciwanên dirûşmayên ku çeteyên DAIŞ şermezar dikin qîr kirin, li balafirgehê gelek belavok belav kirin û der barê Kobanê de agahdarî dan.