Ciwanên Kurd ji bo Kobanê û Şengalê meş dan destpêkirin
Ciwanên Kurd ji bo Kobanê û Şengalê meş dan destpêkirin
Ciwanên Kurd ji bo Kobanê û Şengalê meş dan destpêkirin
Ciwanên Kurd ji bo şermezarkirina komkujiyên çeteyên DAIŞ û bala raya giştî bikişînin ser Kobanê û Şengalê ji Darmstadt heya Frankfurtê meşek du rojan dan destpêkirin.
Meşa ji aliyê Ciwanên Azad ve hat organîzekirin, ciwanên Kurd bi dirûşmaya, “Kobanê û Şengalê biparêzin” ji Darmstadtê ber bi Frankfurtê ve ketin meşê. Meşa di saetên sibehê de destpê kir, 60 ciwan tevlî bûn. Ciwanan pankartên bi nivîsa “Kobanê û Şengalê biparêzin! Mirovahiyê rizgar bikin!” li ser hev bi Elmanî dirûşmayên “Selefî ji Kurdistanê bicehimin”, “Tirkiye destek dike, DAIŞ qetil dike”, “Bijî Piştgiriya Enternasyonal” û “Bijî berxwedana YPG” hildan.
Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, di destên xwe de bi hilgirtina kefenan xwestin bal bikişînin ser hovîtî û mirinên li Kurdistanê çêdibin. Ciwanên heya niha 12 km rê meşiyane, piştî meşa 20 km wê li stasyona trênê ya li navenda Frankfurtê bi dawî bibe. Roja duyemîn jî ciwan wê saet 11.30’an li stasyona navendî ya Frankfurtê kom bibin, ber bi bajaroka Frankfurt-Sossenheîm a aktîvîteya Huseyîn Çelebî lê pêk bê ve bimeşin. Meş wê bi aktîvîteyê dawî bibe.