BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwedî li xwerêveberiyê derketin

Li Ewropayê, çalakiyên ciwanên Kurd ên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê dewam dikin.

Ciwanên Kurd ên li Elmanya û Swîsreyê dijîn, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dikin şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê, ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li balafirgeha EuroAirport Basel-Mulhouse-Freiburg a Swîsre, Fransa û Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa ' Her der berxwedan, her der Kurdistan' vekirin berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û YPS/YPS Jin silav kirin.

HEÎLBRONN: Endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Elmanya Heîlbronnê, şanoyek li ser komkujiyên li Kurdistanê nîşan dan. Pêşandan li meydana navendî ya Heîlbronnê li Kîlîansplatzê pêk hat. Di çalakiyê de her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî hat kirin, ku komkujiyan protesto bikin.

DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi qasî 50 ciwanan, çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û ji stasyona navendî heta meydana Kongîsalle meşiyan. Di meşê de lenet li zîhniyet û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên AKP'ê hatin anîn. Ciwanan bang li raya giştî ya Elman kirin ku bêdeng nemîne.

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad ji Kolana Kongîsworther heta stasyona navendî meşiyan. Ciwanan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û gelek belavok belav kirin.

...