Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, îro daxuyaniyek nivîskî da û ji bo meşa 3’ê Sibatê ku ji bo piştgiriya Efrîn û meşa li dijî Komploya Navneteweyî ya banga tevlîbûna xurt li her kesê kir.
‘BI RUHÊ KOBANÊ JI BO EFRÎNÊ SERÎ HILDE…’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em ji Ewropa gel, hemû pêkhate û şervanên YPG/YPJ’ê yên di Berxwedana Serdemê de li dijî êrîşên faşîzma dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê û DAIŞ’ê li ber xwe didin, silav dikin. Em têkoşîna wan weke têkoşîna xwe dibînin. Di heman demê de welatiyên sivîl, şervanên azadiyê û Şehîd Avesta Xabûr a li dijî dagirkera çalakiya fedayî lidar xistî şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînîn.
Li ser esasê banga Rêbertiya me ya ji bo Kobanê bi ruhê seferberiyê ji bo Efrînê hemû jin, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê vedixwînin berxwedana Efrînê. Têkoşîn û şoreşa li Rojava di heman demê de ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û xeyaleke pêkanînê. “
‘HETA KU ÊRÎŞ RAWESTIN EM Ê LI KOLANAN BIN’
Weke Ciwanên Azad û Jinên Ciwan em dixwazin bibin bersiva bendewariya Rêber Apo ya ji ciwanên Kurd hêvî dike. Em jî tevlî pêngava Serî hilde bibûn. Pêngava Serî hilde îro ji bo Efrînê tam dem e, divê em têkoşîna Efrînê bilind bikin. Di vê pêvajoyê de bi dirûşma ‘Bi ruhê Kobanê ji bo Efrînê Serî Hilde’ xwe tevlî berxwedanê bikin. Di çarçoveya vê pêngavê de bi deh hezaran welatiyên ji ser axa xwe koçber bûne li kolanan in; heta ku êrîşên li ser Efrînê rawestin em ê li kolanan bin.
‘DEMA SERHILDANÊ YE’
Em weke ciwanên li Ewropa dijîn li hemberî vê bêdeng namînin. Ji bo vê ciwanên li kolanan dibêjin SERÎ HILDE, em ê xaka xwe biparêzin. Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin li ser banga Xwerêveberiya Rojava û Rêbertiya me û ji bo xwedî li berxwedana mezin a Îmraliyê derbikevin, em ê dakevin kolanan. Divê em li dijî kesên ku dixwazin axa me, warê me û xwîna gelê me birijîne rawestin. Divê her ciwan li gorî vê erka dikeve ser milan bi cih bîne. Ji bo dîrok, nasname û ruhê şoreşê bibe bersiv divê berê xwe bide Berxwedana Serdemê ya Efrînê.
BANG
Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad wê bi şîara “Bi ruhê Şehîd Avesta Xabûr 3’yê Sibatê Parstina Efrînê tê wateya Parastina Şoreşa Jinê, Em rê nadin faşîzma Erdogan” wê dakevin qadan. Ji bo çalakiyên Platforma Xwdîderketina li Efrîn û tevgera jinê bên lidarxistin banga tevlîbûnê xurt hate kirin.
‘10’Ê SIBATÊ EM LI MANHHEÎMÊ DEST BI MEŞA DIRÊJ DIKIN’
Koordînasyonê bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê hate kirin û wiha hate gotin: “Ciwanên Kurd di tevahiya dîrokê de tim xwedî li Rêbertiya xwe derketiye û daketiye qadan. Îsal di pêşengtiya NAV-DEM’ê de bi şiyara “Li dijî faşîzmê Serî hilde, Rêbertiyê azad bike” 10’ê Sibatê li Mannheîmê meşek tê organîzekirin. Em bang li hemû Kurdistanî û ciwanên şoreşger ên enternasyonalîst dikin ku tevlî vê meşê bibin. Roj roja şoreşê û roja serhildanê ye.”