Ciwanên Kurd di Mîhrîcana Werzîş û Çandê ya Ronahî de hatin gel hevdu

Ciwanên Kurd di Mîhrîcana Werzîş û Çandê ya Ronahî de hatin gel hevdu

Li Bajarê Den Haag ê Hollanda bi beşdariya bi sedan ciwanan 1. Mîhrîcana Werzîş û Çandê ya Şehîd Ronahî  hat lidarxistin.

Ciwanên Kurd ên ji bajarên cuda yên Hollanda beşdarî mîhrîcanê bûn hem ketin pêşbirkê, hem bi coşeke mezin di nav piştevaniyekê de hunera xwe nîşandan. Di mîhrîcana ku bi mebesta ciwanên Kurd bi çanda wan re bigihîne hevdu û bide naskirin tê lidarxistin de, li ser madalyayên ku didan ciwanên di pêşbirkan de bi ser ketin, wêneyê şoreşgera jin Leyla Şaylamez (Ronahî) ya li Parîsê hat qetilkirin heye.

Malbatên Leyla Şaylemez (Ronahî) û Sakîne Cansiz jî beşdarî mîhrîcanê  bûn. Bavê Ronahî di axaftina xwe ya Kurdî de  got,  “Li Parisê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Pêwîst e vê qetlîamê ronî bikin. Em şopdarê vê ne. Eger Fransa vê qetlîamê ronî neke tê wateya ku ev jî hevkar e. Ji bo şehîdên me serê me bilind e” û  ji bo mîhrîcana hat lidarxistin spas kir.

Pêşbirkên di mîhrîcanê de hatin organîzekirin û yên bi ser ketin wiha ne:

Di voleybolê de di lîstîka di navbera du taximên jinên ciwan hat lîstin de Taximê Nûpel bi ser ket.

Di lîstikên futbolê de jî Taximê Kanîreş yekemîn, Taximê Dep duyemîn, Taximê  Kurdên Anatolîa Navîn bû sêyemîn.

Di pêşbirka bezê de jî di beza 100 metreyî de; di navbera zarokên temenê wan  7 û 9 de Evîn bû yekemîn, Rêdûr bû duyemîn û Şîlan jî bû sêyemîn. Di navbera zarokên temenê wan  10-11 de jî Bariş bû yekemîn, Fîdan bû duyemîn û Sema bû sêyemîn.

Di 400 metreyî de jî ciwanên temenê wan  14-15 lîstin. Di vê pêşbirkekê de jî  Evîn bû yekemîn û Şiyar bû  duyemîn.

400 metreyî de ya di navbera jinên ciwan de Zelal bû Yekemîn, Gulbihar bû duyemîn.

Di tenîsa maseyê de jî 1. Murat, 2. Ahmet, 3. Baran

Satranc; Zagros

Dama; 1. Omer, 2. Şêxmûs, 3. Ebdurrehîm

Pêşbirka deng; 1. Dîcle Kutlubay, 2. Neslîhan Ozbîlen, 3. Ozlem Yurdakul, 4. Rênas Çoban, 5. Hêlîn Kutlubay.

Her wiha di mîhrîcanê de şahiya xwendina helbestan pêk hat û pêşangeha wêneyan hat vekirin.  Di mîhrîcana ku werzîşa lêdanê ya Kîck box jî hebû, xwepêşandana folklorê jî hat pêşkêşkirin.  Zarokan bi aktîvîteyên kişandina xelatê, desmal, pêşbirka telîs û hwd. têra xwe coşiyan. Koma muzîkê ya Sosîn û yên cur bi cur muzîk û stranên xwe pêşkêşî ciwanan kirin. Di mîhrîcanê de kampanyaya Heyva Sor a ji bo Rojava dabû destpêkirin ji aliyê Kurdistaniyan ve rastî eleqeyeke mezin hat