Ciwanên ji bo zewacê reviyan, fermana mirina wan hat dayîn
Ciwanên ji bo zewacê reviyan, fermana mirina wan hat dayîn
Ciwanên ji bo zewacê reviyan, fermana mirina wan hat dayîn
Ciwanên ku ji bo zewacê bersiva erênî ji malbatên xwe negirtin, reviyan û de barê wan de malbatan fermana mirinê da. Hate îdiakirin ku kesekî ku alîkarî daye ciwnan ji aliyê malbatên wan ve ev 6 roje dîl hatiye girtin.
Nav û wêneyên kesên mijara gotinêne ji ber ewlehiya wan em nekarin aşkera bikin. Ji vê jî wek ciwanên jin û mêr me vegot.
Zarokên du malbatên ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ne, li Konyayê hev û din nas dikin û ev du mehe navbera wan de têkilî destpê kir. Malbat li dijî vê derketin. Li ver vê ciwanan biryara revê girtin û hatin Îzmîrê. Li Îzmîrê hevalekî wan alîkariyê dide wan û li wir xaniyekê ji bo wan kirê dike. Ciwanên ku der barê wan de fermana mirinê derket, çûn cem polîs û agahî dan polîsan. Di vê navberê de hate hînbûn ku kesên alîkarî daye ciwanan, ji aliyê malbata keçikê ve rehîn hatiye girtin. Jina ciwan bi awaykî demborî li saziyek jinan hat bicihkirin.
ciwanê mêr jî der barê mijarê de agahî da ajansa me û got malbata hevala wî ya keçik cihê wan dîtiye û ewlehiya canê wan nîne.
JINA CIWAN BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ YE
Ciwan wiha got: “Ez niha ji rewşa hevala xwe bi fikarim. Ji ber ku polîsan j imin re got kengî bixwazî dikarî hevala xwe bibînî. Ez duh çûm. Min nedît. Nîşanê min nedan. Piştre ez çûm wesayîta bavê hevala min li ber derê saziyê bû. Ger dewlet wê bide malbatê dê wê bikujin. Ez bi fikarim. Tu agahiyê jî nadin min. Ez berê zewicandibûm. Min dest jê berda. Malbata min dixwest dîsa hevsera min bê cem min. Lê min nexwest. Li dijî zewaca me bûn. Lê malbatan der barê me fermana mirinê derxistine. Hevalê min jî rehîn girtine.”