Ciwanên Azad li Strasbourgê ji bo Kobanê meşiyan

Ciwanên Azad li Strasbourgê ji bo Kobanê meşiyan

Li bajarê Strasbourg ê Fransa bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ a li ser Şengal û Kobanê û bi armanca piştgiriya ji bo Şengal û Kobanê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li gel endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê, ATÎK, Komeleya Dostên Kurd, Navenda Çanda Elewî ya Strasbourgê û bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên derdorê hatin li ber istasyona Trêna Navendî meşek li dar xistin. Meşa li Place Kleber bi dawî bû posterên şervana YPJ’ê û ya li Kobanê çalakiya fadayî pêk anî Arîn Mîrxan, flamayên YPG, YPJ, alên KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li gel sirûda “Rojava” meşiyan.

Li ser hev dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Girseyê li gel dirûşmayên “Terorîst Tirkiye”, “Qatîl Erdogan” hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ re şermezar kirin.

Girseyê li cadeyên mezin ên bajêr çalakiya rûniştinê pêk anîn, bi Fransî belavok hatin belavkirin û xwendin.