Ciwanekî Kurd ji aliyê Îstixbarata Sipahê ve hate destgîrkirin

Ciwanekî Kurd ê bi navê Ebdullah Edwayî li gundê Selîn ê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê piştî ji aliyê Îstixbarata Sipahê ve hate vexwendin û şûnde hate destgîrkirin.

Li gor malpera Tora Mafê Mirovan ya Kurdistan roja 14’ê Çile, ciwanekî Kurd  ê ji gundê Selîn yê herêma Hewraman  bi navê Ebdullah Edwayî piştî ku ji hêla Îstixbarata Sipahê hatibû vexwendin, hate destgîrkirin.

Edwayî beriya niha jî çend caran ji aliyê Sipahê ve hatibû lêpirsîn.

Ji meha borî de ev 3 kes in ji gundê Selîn e ku hêzên rejîma Îranê tên destgîrkirin. Beriya niha jî du welatiyên din ên bi navê Aram Edwayî û Birhan Edwayiyan li cihên xwe yên kar hatibûn girtin.

Di meha Kanûnê de jî 4 welatiyên  Kurd dîsa li deveraHewraman hatibûn destgîr kirin.