Ciwanan li Parîsê balafirgeh dagir kirin

Ciwanan li Parîsê balafirgeh dagir kirin

Ciwanên Kurd û endamên ACTÎT’ê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û xwedîderketina li Kobanê, balafirgeha Charles de Gualle ya li Parîsê dagir kirin.
Ciwanên Kurd û endamên ACTÎT’ê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî şermezar bikin, Termînala 1’emîn a Balafirgeha Charles de Gualle ya li paytexta Franse Parîsê dagir kirin.