Ciwanan li Krasnodarê tecrîd şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li Krasnodarê li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Ciwanên ser bi Tevgera Ciwanên Kurd, li bajarê Krasnodar ê Federasyona Rûsyayê di çarçoveya kampanya "Serî hilde" de daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kirin. Bi navê Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, endama rêveberiya tevgerê Nesrîn Sara li ber Mala Gel axivî.

Sara diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê ciwan li qadan bin û got, "Dewleta Tirk a faşîst û zîhniyeta Erdogan a paşverû dixwaze Rêberê me ji me qut bike. Bi kampanya 'Serî hilde' ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan re em bang li hemû ciwanan dikin ku li ber zilma li dijî mirovahiyê rabin û bi ruhê şoreşgerî têbikoşin. Yên ku jiyaneke bê Rêbertî li me ferz dikin wê tine bibin û bi Rêberê azad de wê Kurdistana azad bi ser bikeve."

Ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" dawî li daxuyaniyê anîn.