Ciwan û jinan serdana dayika Şenyaşar kirin
Ciwanan û jinan serdana Emîne û Ferîd Şenyaşar ên ku ev 23 roje berxwedana xwe didomîne, kirin. Polîsan xwest ku serlêdaniyan asteng bike.
Ciwanan û jinan serdana Emîne û Ferîd Şenyaşar ên ku ev 23 roje berxwedana xwe didomîne, kirin. Polîsan xwest ku serlêdaniyan asteng bike.
Piştevaniyên ji bo nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku malabata wan hatî qetilkirin ku ev 23 roje didome, berdewam dike. Di nava rojê de nûnerên Şaxa Rihayê ya Sendîkaya Kedkarên Teknolojî û Perwerdê, xwendekarên zanîngehê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Mêrsîn û Edeneyê hatîn serdana malbatê kirin.
Serdana yekem ji aliyê Şaxa Rihayê ya Egîtîm Senê ve hate lidarxistin. Ferît Şenyaşar hemû binpêkirinên mafan ên di tevahiya nobetê de jiyayîn, ji nûnerên Egîtîm Senê re nirxand û anî ziman ku duh ji ber ku wan li ser pelê A4 “Edalet” nivîsandine hatine destgîrkirin. Şenyaşar nirxandinên li ser doza ku 2’ê Nîsanê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê bê lidarxistin kirin û diyar kir ku dadgeh dibin zextên siyasî de ye.
Dayika Emîne Şenyaşar a bîranînên derbarê qetlîama li Nexweşxaneyê ku şahidî jêre kirî anî ziman, bang li dozgerê dosyayê kir û got: “Bi gotin ’Ezê bi edalet bim’ te soz daye, tu hatî wî cihî. Bila qeydên nexweşnaneyê derbikevin û edalet cihê xwe bibîne.”
Hevserokê Şaxa Rihayê yê Egîtîm Senê Mahmût Bînîcî diyar kir ku daxwazên edaletê yên malbatê yên wan e û ew ê di nava piştevaniyê de bin.
Piştre xwendekarên Zanîngeha Nevşehîr, Ege û Harranê serdana malbatê kirin. Xwendekaran ji malbatê di derbarê tiştên bi serê wan hatin de agahî girtin. Dema xwendekar ji cem malbatê veqetiyan polîsan ew di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Edenê û Mêrsînê hatin Rihayê jî serdana malbatê kir. Ji ber li pêş avahiya edliyeyê destûr nedan hevdîtin pêk were ciheke nêzîkî cihê çalakiyê hevdîtin pêk hat. Dayik Şenyaşar di derbarê tiştên bi serê wan hatin de jin agahdar kir. Jinên ku diyar kirin bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne, demekî dirêj bi dayik Şenyaşar re sohbet kirin. Jinan piştî seredanê xwest li pêş mekanê lê kombûyî bi dayikê re daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta “Qedexeya Walitiyê” heye daxuyanî asteng kirin. Piştre aktivîsta TJA’yê Bedriye Kûş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikek ev 23 roj in li peş avahiya edliyeyê rûdine. Em jî weke jin ji Edene û Mêrsînê hatin ku serdana wê bikin û diyar bikin em li cem wê ne. Bêguman wê edaleta her pêk were.”
Dayik Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Şûna hûn ku me asteng bikin bila we kesên komkujî pêk anî astengkiribûna.” Di pêvajoya çalakiyê de jin 3 caran di GBT’ê re hatin derbaskirin.