BI DÎMEN

Ciwan ji bo Ocalan ber bi Kehlê ve dimeşin

Meşa dirêj a ji bajarê Mannheîmê dest pê kir didome. Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi bajarê Kehlê ve dimeşin. Komîteya amadekar ji bo meş û mîtînga sibê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.

Meşa dirêj a bi pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ya li bajarê Elmanya Mannheîmê bi şîara 'Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, Jiyanê azad bike' dest pê kir di roja 6. de ye. Ciwanên ku bi şev li bajarê Achernê man, serê vê sibê li meydana Markt a Achernê hatin gel hev.

Meşa dirêj a ciwanan wê bi meş û mîtînga mezin a 11'ê Sibatê li Strasboûrgê bi dawî bibe. Komîteya amadekar a meşê bang tevlîbûnê li Kurdistaniyan kir û got; "Ji bo şermezarkirina Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ve dîl hat girtin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em bang li hemû gelê welatparêz dikin ku tevlî meş û mîtînga li Strasboûrgê bibin." Komîteya amadekar komplo şermezar kir û got; "Di 18. salvegera komployê de em Rêber Apo azad bikin."

CIWAN BER BI KEHLÊ VE DIMEŞIN

Ciwan wê îro xwe bigihînin bajarê Kehlê ku bi 26 kîlometreyan dûrî Achernê ye. Ciwan heya niha 137 kîlometre meşiyane. Li rexmê berfê jî tê payîn ku ciwan bi şev bigihêjin Kehlê.