Civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Ege û Akdenîz a HDP pêk hat

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Herêmên Ege û Akdenîzê de axivî û got ku AKP dikare li hemberî muxalefeta dijberî xwe hêza şer bi kar bîne û ev jî rê li ber şerekî navxweyî veke

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Herêmên Ege û Akdenîzê de axivî û got ku AKP dikare li hemberî muxalefeta dijberî xwe hêza şer bi kar bîne û ev jî rê li ber şerekî navxweyî veke. Yuksek da zanîn ku hêza li hemberî AKP'ê derdikeve tenê HDP ye û wiha axivî: "Hêza tekane ya ku li hemberî AKP'ê têdikoşe em in. Ev hilbijartin veguheriye şerê du xetan."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Kongreya Tepekule ya Bayrakliya Îzmîrê civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya Herêmên Ege û Akdenîzê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Coşkun Ustercî û Çîgdem Kiliçgun Uçar, gelek rêveber û endamên HDP û nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di civînê de axivî. Yuksek diyar kir ku HDP li Tirkiyeyê rewşeke erênî û aramî derxistiye holê û got ku guhertina Tirkiyeyê bi HDP'ê pêkan e. Yuksek da zanîn ku ji bo jiyaneke azad û wekhev divê hemû beşên civakê li derdora HDP'ê kom bibin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê hêza ku dikare AKP'ê bihejîne tenê HDP ye. Ev hêza HDP'ê hemû hêzên dijber ditirsîne."

'HÊZA LI DIJÎ AKP'Ê TÊDIKOŞE EM TENÊ NE'

Yuksek anî ziman ku AKP hewl dide Tirkiyeyê li derdora Serokkomar Erdogan saz bike û wiha pê de çû: "AKP hewl dide Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn bike. CHP wekî berê li cihê xwe sekiniye û bi tiştên berê rexwe mijûl dike. J xwe MHP nabe. Tenê hêza ku li hemberî AKP'ê têdikoşe û derdikeve HDP ye. Ev hilbijartin veguheriye şerê du xetan. Ev şer wê bi kîşan aliyê ve biçe diyar bike û ev yek di hilbijartinê de were dîtin." Yuksek hişyariya ku AKP li hemberî muxalefetê dikare hêza çekdar bi kar bîne û ev yek wê rê li ber şerê navxweyî veke kir û wiha domand: "Ligel ku Rojhilata Navîn di vê rewşê de ye mirov nikare çavên xwe ji rejîmeke dîktatoryal bigire. Heke HDP di bin bendê de bimîne piştî hilbijartinê derketina şer ne tiştekî derveyî aqilan e."

'AKP SERÎ LI PROVOKASYONAN DIDE'

Yuksek bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha berdewam kir: "HDP bendê derbas bike ev tê wateya destpêkirina serdemeke nû û Tirkiye ber bi pêvajoya çareseriya demokratîk ve biçe. AKP ji bo pêşiya serketina HDP'ê bigire serî li provokasyonan dide. Mînaka vê yekê li Agiriyê hat dîtin."