Civîna Cenevre-2 dibe ku di 23-24'ê Mijdarê de pêk were
Civîna Cenevre-2 dibe ku di 23-24'ê Mijdarê de pêk were
Civîna Cenevre-2 dibe ku di 23-24'ê Mijdarê de pêk were
Alîkarê Serokwezîrê Sûriyê Kadrî Cemîl da xuyakirin ku civîna Cenevre-2 dikare di 23-24'ê Mijdarê de pêk were.
Alîkarê Serokwezîrê Sûriyê Kadrî Cemîl ê ku li Rûsyayê hin danûstanandin dike ragihand ku di hevdîtina li gel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê de ew li ser detayên civînê rawestiyane. Cemîl diyar kir ku dema lidarketina civînê jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon ve hatiye gotin.
Cemîl anî ziman ku Cenevre-2 civîneke pêwîst e û got, "Ev yek wê ji bo her kesî bibe çareseriyek."
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry di daxuyaniya xwe ya destpêka vê hefteyê de diyar kiribû ku divê ji bo Cenevre-2 tavilê demek bê diyarkirin.