Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li benda alîkariyê ye
Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li benda alîkariyê ye
Civaka Êzidî ya li Çiyayê Şengalê li benda alîkariyê ye
Hemû têkiliyên bi 10 hezaran Êzidiyên ku niha li Çiyayê Şengalê dijîn bi cîhana derve re qut bûye. Gelê Şengalê ku şert û mercên zivistanê di konên xerabe de derbas dikin, banga lezgîn li civaka navneteweyî kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê ku di 10’ê Hezîranê Mûsil bêyî şer bike girt dest, berê xwe da bawerî, gel û mezhebûn cuda. Ev pêla êrîşê di 3’ê Tebaxê de li Şengalê li dijî Êzîdiyan pêk hat û nêzî 200 hezar bi tehdîda komkujiyê re rû bi rû man.
Piştî çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê, pêşmergeyên girêdayî Rêveberiya Federal a Kurdistanê herêm terk kirin û gel bi komkujiyê re rû bi rû hiştin.
200 hezar zêdetir kes ji vê komkujiyê reviyan û çûn Çiyayê Şengalê. Yên nikarîbûn birevin jî ji aliyê çeteyên dijminê mirovahiyê ve hatin qetilkirin.
Komkujiya yekemîn li gundê Koço kirin û hemû mêrên gund li cihekî berhevkirin, qetilkirin û hemû keç û jin jî dîl girtin. Piştre li seranserê Şengalê komkujiyê berdewam kir. Bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin û keç dîl hatin girtin.
Yên ji çeteyên DAIŞ’ê reviyan ketin rêya Çiyayê Şengalê. Hinek ji têhna mirin. Yên man jî gihiştin çiyayan û li wir bi birçîbûn û êrîşên çeteyan re rû bi rû man.
Li dijî vê komkujiyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di 4’ê Tebaxê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê hêzên gerîla gelê Êzîdî biparêze û piştî daxuyaniyê komek gerîla çû Çiyayê Şengalê.
Hêzên YPG’ê jî ji bo gelê li Çiyayê Şengalê asê maye rizgar bike di navbera Rabîa-Cezaa’yê de korîdor vekir. Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku dema di vê korîdorê de xwe gihandine Çiyayê Şengalê bi dramek mirovahiyê re rû bi rû mane.
Gerîlayan tiştên ku dîtin wiha vegotin: “Me xwest em deh hezaran kesî bi ewle derxin. Dema em gihiştin Çiyayê Şengalê em bi dramek mirovahiyê re rû bi rû man. Piraniya gel tî û birçî bû. Li aliyekî me av û xwarin dibir û li aliyê din jî me gel bi ewle derdixist. Me beşek mezin bi ewle ji Çiyayê Şengalê derxist. Lê ji 10 hezarî zêdetir kesî axa xwe terk nekir û li çiyê man.
Li gel vê Şengaliyan, bi armanca parastina gelê Şengalê Yekîneyên Parastina Gel (YBŞ) ava kirin. YBŞ jî bi gerîlayên HPG û YJA Starê re gelê Şengalê yê li Çiyê li dijî çeteyan parast. Ji roja hatiye avakirin heta niha bi hezaran ciwanên Êzîdî tevlî refên YBŞ’ê bûne.
JI ME RE GOTIN MALÊN XWE TERK NEKIN
Jina bi navê Xinni Alyaz ku li Çiyayê Şengalê têkoşîna jiyanê dide û wiha dibêje: “Dema çeteyan Şengal dagir kir, pêşmergeyan gotin malên xwe terk nekin. Me terk nekir, lê ew reviyan. Em tenê hiştin. Piştî vê em jî ber bi Çiyayê Şengalê ve reviyan. Yên nikarîbûn birevin hebûn. Çeteyan ew dîl girtin. Gelek mêr hatin qetilkirin. Bi sedan kesên li çiyê ji tîna mirin. Di rêyan de gelek cesedên mirovan hebûn. 5 rojan li çiyê tiştekî me tune bû. Piştre YPG’ê korîdor vekir û gerîla hatin Şengalê û em rizgar kirin.”
KEÇÊN HATIN REVANDIN
Bi hezaran jin û keçên Êzîdî hatin revandin. Gelek li bazarên koleyan hatin firotin. Gelek rastî tecawizê hatin. Gelek hatin înfazkirin. Hinek jî ji bo nekevin destê çeteyan xwe kuştin.
Di 12’ê Cotmehê de di nav de zarokên 11 û 16 salî jî ku hebûn, 5 zarokên Êzîdî dema ku ji aliyê çeteyan ve ji bo wek kole li bazarê bê firotin dibirin li gundê Rambosî ya Şengalê ji destê çeteyan reviyan û xwe gihandin qadên HPG û YJA Starê.
Li gorî vegotinên zarokan, rastî pêkanînên dij mirovane hatine, bûne şahidê gelek hovîtiyên mezin, şîdet dîtine û gelek keçên ciwan li ber çavên wan dawî li jiyana xwe anîne. Zaroka bi navê L.H.K wiha got: “Keça apê min du caran hewl dan ku ji cem min bibin. Ez li dijî vê derketim. Li min xistin. Serê min şikest.”
Li gorî agahiyên ji gelê Êzîdî ji 10 hezarî zêdetir Êzîdî di destê çeteyan de ne û 5 hezar jî hatine qetilkirin. Gelê Êzîdî ku piştî gihişt Çiyayê Şengalê dîsa tehdîda komkujiyê berdewam kir.
XWESTIN KOMKUJIYÊ TEMAM BIKIN
Ev tehdîda komkujiyê di 28’ê Îlonê de bi êrîşa li dijî gundê Digurê bi aşkera derket holê. Li gundê Digurê 4 rojan pevçûn hatin jiyîn û piştî gund hate dagirkirin şûnde korîdora mirovahiyê hat girtin.
Ev korîdora ku bi deh hezaran kes têde derbas bû, ji bo rizgarkirina sivîlan rolek girîng dilîst.
Li dijî Çiyayê Şengalê ku di bin kontrola HPG, YJA Star û YBŞ’ê de bû êrîş di demên dawî de zêde bûn.
Rêveberê Tevgera Demokratîk û Azad a Êzîdiyan (TEVDA) Mûnzûr Dêrsim diyar kir ku çete dixwazin komkujiya ku nîvçe maye temam bikin û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Solak, Merkan, Bare, Şilo, Skêniye û Şerfeddîn êrîş zêde kirin. Armanca wan ev bû ku hewldana komkujiyê temam bikin. Ji bo vê êrîşî çiyayê Şengalê kirin. Lê li dijî van êrîşan gerîlayên HPG, YJA Star û YBŞ’ê çiyayê Şengalê parast û çete ji wir paqij kirin.
GEL DI BIN TEHDÎDÊ DE YE
Dêrsim bi lêv kir ku gelê Êzîdî yê li Çiyayê Şengalê di bin şert û mercên dijwar ên zivistanê de têkoşîna jiyanê didin û hewcedariya gel bi xurek û cil û bergan heye.
Dêrsim got: “Dema korîdor vekirîbû, ji her aliyê Kurdistanê alîkarî diçû. Lê niha ji ber girtiye alîkarî nayêkirin. Gel niha li dijî şert û mercên zivistanê têdikoşe. Ger alîkariya lezgîn neyê kirin wê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû civaka navneteweyî dikin.
ZAROK DI BIN TEHDÎDÊ DE NE
Rêveberê TEVDA’yê Seîd Hesen Seîd jî got di meha Cotmehê de du zarokan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Me bi dehan carî alîkarî xwest. Niha 1400 malbat li Çiyayê Şengalê ne. Me berê bang alîkariya mirovahî kir. Me bang li Rêveberiya Herêmî û Navendî, civaka navneteweyî kir. Rêveberiya Herêmî divê demildest alîkariyê bide welatiyên xwe. Ji bo vê ez bang li rêveberiya herêma federal a Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dikim. Hewcedariya gel bi xurek û cil û bergan heye.”
HEWCEDARÎ BI CIL Û XUREKÊ HEYE
Jina bi navê Sevî Qasim jî got ku cil û bergên wan ên zivistanê tune ne û got: “Zarokên me di bin tehdîdê de ne. Em têkoşîna jiyanê didin. Zad û qutên me jî tune ne. Dema korîdor vekirîbû PKK’ê piştgirî da me. Lê piştî korîdor hat girtin, em ketin vê rewşê.
ZAROKÊN ME DIBE KU BIMIRIN
Jina bi navê Leylî Xelef jî diyar kir hewcedariya gelek pitikan bi şîr û mamayê heye û got ku tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê di kampa Zomanî de dijîn.