Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şêx Seîd bi bîr anî

Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Şêx Seîd di salvegera darvekirina wî de bi bîr anî.

Di peyamê de hate gotin, "Di şexsê Şêx Seîd de ku rêberê olî û milî yê gelê me ye, em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û careke din dibêjin ku wê têkoşîna wan teqez bi ser bikeve."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê destnîşan kir ku di mijara dîn de xeta wan Şêx Seîd e û wiha dewam kir: "Em careke din wan kes û hêzan şermezar dikin ku navê wî bi kar tînin û bi vî rengî kiryarên xwe vedişêrin û dînê me diherimînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî zor, zehmetî, mêtingerî û zilmê jî ev têkoşîn wê bi ser bikeve" û zalim têk biçin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê herî dawî got, "Bila ruhê Şêx Seîd, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê şa be."