Çîroka fîrariyên Nevşehîrê

Çîroka fîrariyên Nevşehîrê

Li gel wateya siyasî ya fîrara 18 girtiyan a li Girtîgeha Çewlikê, rê û rêbazên kolandina wê tunelê, rêxistinbûyîna girtiyan, veşartina ewçend axa ji tunelê hat derxistin û gelek detayên mîna van, wê bibin mijara gelek çîrokan.

Mîna wan, di sala 1993'an de li Nevşehîrê 18 girtî, weke di fîlman de tê dîtin reviya bûn.

Çîrok ji zozanê Serhedê destpê dike. 

Di şeveke tarî, sar û dijwar de, du gerîlayên goreyên spî yên ji hirî, ku ji gundên aliyê din ê çem hatibû li xwe kiribûn, çek, rext û kefiyên xwe girê dabûn û li dû hev dimeşiyan. Ev du rêwiyên ji sermayê ling, rî, kincên wan qeşa girtibû, ji nava malên gundê Okçiyan ê li deşta Melezgîrtê diherikîn.

Dengê kûçikan yek ji "ajanên" ku mîna çeqelan guh didan dengan hişyar kiribû, ku ew ferq kiribû.

Li mala bûbû mêvan, herçend xwediyê malê bi şer çend caran derve sax (kontrol) kiribû jî, demekê bi xew çû. Gava hişyar bû, li ber şibakê bêjna mirovan û ronahî dît. .Dema derî vekir û lê nerî, êdî dît ku çi li derve heye.

Hêdî vegeriya, destê xwe da milê Çiya.

Dema Çiya çavên xwe vekir, fêm kir ku xwediyê malê yê li ber serê wî rawestiyaye, dixwaze çi bêje. Ji şûna xwe rabû, rahişt çeka xwe, ber bi şibakê ve çû û bi dengekî nizm xwediyê malê hişyar kir.

Leşker li ber deriyan yek bi yek li derketina jin û zarokan a ji malan temaşe dikirin. Sedema vê sekna wan ne ji ber "rehma wan" bû, dixwest ji gundiyên ji malan derdiketin yek bi yek agahiyan bistîne der heqê yên di hundir de.

FÎŞEKÊN DI ÇETEYÊN XWE DE DERXISTIN

Pêveka ewlekariyê ya çeka Çiya vekirî bû, li bendê bû. Cebilxaneya di çeteyê xwe de kontrol kir û şarjora nîvco li çeka xwe bicih kir. Li Egîd cebilxaneya wî pirsî. Şervanê ciwan, ji ber hewesa xwe ya ji bo gerîlatiyê, 6 şarjor û du bombeyên destan li bejna xwe girêda bû. Ciwanekî ewçend bi heyecan û nû bû, eger cih li rexta wî hebûya, dê çend hebên din jî bicih bikira. Di çeteyê wî de 150 fîşekên zêde hebûn. Cebilxaneya wî hebû, lê ne xwedî ezmûna şer ne bû, ne jî perwerdeya leşkerî dîtibû.

Her du gerîlayan êdî dizanîbûn ku divê li vê derê şer bikin. Xanî bi kevirên mezin hatibû lê kirin, bi deriyê ku ber bi cihê tenûr û hola heywan lê diman, mîna qeleheke xwezayî bû.

Leşker, bi êrîşa destpêkê ya gerîla re ketin panîkê û hejmareke zêde leşker xwestin. Artêşa Tirk di şerê li hemberî gerîla de hînê xwedî ezmûn nebû. Reva wan a ji ber tirsê û qîrîn û hewara wan ji çekê bêtir deng derdixist.

Pevçûn tevahiya rojê bênavber dewam kir, leşkeran nîvro maşînên kar anîn gund ji bo malê hilweşîne. Çiya ajokarê kepçeyê û leşkerê li cem wî bê bandor hişt, lewma ev êrîşa wan bêencam ma.

DI DILÊ HER KESÎ DE TOFANEK HEBÛ

Di du rojên pevçûnê de her mirovî çîrokek, efsaneyek afirandin. Leşker û polîs li hemberî berxwedana du şervanên Kurd perîşan bûbûn, polîsên li ber qereqolê jî bi tirs nobed digirtin, serê wan di ber de bû.

Çiya, fîşekên dawî yên di çeteyê xwe de derxist, destpêkê şarjora xwe dûre jî ya Egîd dagirt. Hînê şarjorê xwe dadgirt, topek mezin li kêleka wan ket û hejiyan.

Hînê ji ber ya yekemîn dihejiyan, topa duyemîn li cihê heywan lê bû ket. Ji ber dengê topan, qîrîna heywanan, dengê kûçikan, axa ji banê dibariya û xweliya li tenûrê radibû xanî veguherîbû dojekehe biçûk. Kozika biçûk a Egîd jî di nava ax û keviran de winda bûbû. Dema Çiya hewl da şervanê ciwan ji nava axê derxîne, destê wî di nava xwînê de ma. Perçeyeke şarapnel lê ketibû û hema hema hemû organên wî belav bûbûn. Gerîlayê ciwan êdî nedikarî biaxive.

Piştî demekê, dema Çiya xwest derbasî aliyê pêş bibe, ji ber fîşekên li lingê wî ketin, ber çavên wî reş bû. Lingê xwe girê da, lê gelek xwîn jê çûbû.

EGÎDÊ MILAZGIRTÎ

Her çend pêlên biçûk lê hene jî deşta Milazgîrtê mîna ku dawiya wê nîne dirêj e. Bi çemê Mûratê ku di nav re mîna marekî derbas dibe û çemên mezin-biçûk, jîn dibe. Deşt zivistanê spî dibe, biharê jî kirasê kesk li xwe dike. Di havînê de li deştê simbil tije dibin. Maşînên kar çiqasî bixebitin jî nikarin bereketa wê biqedînin.

Egîd ji Milazgirtê bû, hînê beriya du demsalan ketibû çemê Mûratê. Ji parastina axa xwe ji zaliman, mêtîngeran, dizan, çavbirçiyan bêtir tiştekî bedew heye gelo?

Hînê 20 salî bû, berî 8 mehan tev li refên gerîla bûbû. Li gel ciwantiya xwe, mirovekî li ser xwe hebû. Gelê Milazgirtê darbesta wî hilgirt ser milên xwe û li dû meşiyan. Ew birin gundê lê ji dayik bûye, li kolanên lê dilîst û li qadeke şênkahî û bi kulîlkan xemilandî ew veşartin.

Mirovên ku diçûn serdana gorên her kesî kêm dibû, lê hejmara mirovên diçûn serdana gora Egîd, ciwanên mîna Egîd, zêde bû, zêde bû û her tim zêde bû.

Çiya Kobanê jî di pevçûnê de dîl ketibû. Piştî îşkence û lêpirsîna mehekê, ew şandin girtîgeha Erzînganê. Bi alîkariya girtiyên PKK'yî yên li vê derê birînên wî hatin pêçandin. Piştî 2-3 mehan ji ber erdheja Erzînganê (1992) ku li girtîgehê rê li ber xisarê vekiribû, li gel girtiyên din ew veguhastin girtîgeha Nevşehîrê.

SIRA MIROVÊ TEMENDIRÊJ

Rojekê mirovekî temendirêj tê serdana Çiya. Gundiyekî ku ji ber doza xwînê neçar ma ji Milazgirtê bar bike. Ji ber ku bandora Çiya ya li ser gelê Milazgirtê dizanîbû, hatibû daxwazekê jê bike. Mirovê temendirêj, ji bo dawî li doza xwînê bîne ji Çiya dixwest bibe navbeynkar. Çiya ev yek qebûl kir. Piştî demekê bang li her du malbatan kir, dawî li dijminahiyê anî û herdu malbat li hev anî. Mirovê temendirêj ê li Kirşehîrê dima, piştî vê bûyerê gelekî ket bin bandora şoreşgeran û timî hat serdana wan.

Di serdanekê de Çiya ji apê temendirêj pirsî ka kare wêneyên derveyî girtîgehê bikşîne yan na. Bi ezmûna xwe ya ji jiyanê, sedema vê daxwaza Çiya yekser fêm kir û got, "Heval ez dikarim ji derve ve wêneyên girtîgehê bikşînim. Wekî din, ez di înşaeta girtîgehê de xebitîm, di destê min de krokiya vê derê heye. Her weha rewşa ax û kevirê wê jî dizanim. Eger hûn bixwazin, hûn dikarin tunelekê bikolin û birevin." Ev yek bersiva ku Çiya lê digeriya lê nekarî bidîta bû.

Wêne û krokî piştî demeke kurt hatin. Girtiyên li girtîgehê bi dorfirehî li ser axivîn û dûre biryar dan; dê tunel bihata kolandin.

Di vê navberê de kêr û darikekî ji hesin ê bi xwe çê kiribûn, metqepeke biçûk û birekeke biçûk peyda kirin.

PEYKERÊ ATATURK BI KÊR HAT

Dê xebat di binê pêlikên ji cihê radeketinê derbasî xwaringehê dibû, bihata destpêkirin.

Beriya her tiştî qapaxeke ji beton a ku li cihê bê kolandin were bicihkirin hat amadekirin. Ji bo vê jî çîmento û bixujkên li derdora peykerê Ataturk hatin bikaranîn.

Axa ji kolandina rojên destpêkê derket, li hundirê kincên kevin hatin bicihkirin û li binê doşekan hatin veşartin. Dûre ji rêveberiyê hat gotin ku binê qada vekirî xerabeye, dema mirov bi gokê dileyzin dikevin û birîndar dibin. Lewma ji îdareyê hat xwestin ku vê derê çê bike. Dema îdareyê ev pejirand, hingî wan jî gotin ew dikarin vî karî bikin. Dema ev daxwaza wan jî hat qebûlkirin, dest bi kar kirin.

Her gavê yekî ji wan, gardiyanê li ser kar dibir pê re pînpon dileyst. Yên din jî axa ji dehan kîsan a li binê doşekan dibin li qada sporê direşandin. Axa ji tunelê derdiket jî bi betonê li nava hev didan û li erdê xerabûyî direşandin. Hingî axeke ewçend zêde li vê derê hatibû bicihkirin, di mehên piştre de dema baran dibariya, ax diheliya û erdê qada mijara gotinê ji nû ve xera dibû. Ji bo ku rewş ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve neyê fêmkirin, bi sedemên cuda gera li vî cihî hat qedexekirin. Piştî demekê qada vekirî hat qedandin û girtin.

Lê belê bi demê re axa derdiket, dîsa dibû pirsgirêk. Ji bo veşartina axê, her cih dihat bikaranîn. Ji nava doşekên vala bûye heta hesinên kêleka pêlikan, ji lûleyan heta lingê kursiyan her der bi axê hatibû dagirtin. Her wiha dobalên kincan ên girtiyan, ji hundur ve taqek tê de hatibû vekirin û ji wê derê ax li nava dîwêr dihat bicihkirin û bi wêneyan ser wê taqê dihat girtin.

TUNEL DÊ VEGERIYA CIHÊ WAN DESTPÊ KIRIYE

Lê belê rojekê, ekîba ku karê kolandinê dikir li dîwarekî rast hat. Dîwar hişk û sexm bû. Li gorî krokiya girtîgehê, li wê derê dîwarekî bi wî rengî nebû. Hefteyekê bi dîwar re mijûl bûn, lê dema nekarî dîwar derbas bikin, di nava her kesî de fikar û gumanan xwe dan der. Li ser vê yekê, ji derve ve pûsûlayek hat xwestin. Bi vê pûsûlayê re dîtin ku wan tunel zîvirandine û li cihê xwe yê berê vegeriyane. Tunel 7-8 piştî kolandinê rêya xwe şaş kiriye, bi qasî 30 metreyan di rêya şaş de çûye. Hêviyên wan hinekî kêm bûn.

Lê dest jê bernedan. Di metreya 7. de hinekî din jî ax hinekî din fireh kolandin û îstasyonek ava kirin. Û ber bi aliyê rast ve dest bi kolandinê kirin. Axa derketî jî li cihê şaş hatibû kolandin, hat bicihkirin.

Ji bo pirsgirêka hewayê çareser bikin jî, ji walîz, çeteyan meşkek hat amadekirin û ji tupên boyaxa pêlavan jî pifikek hewayê ava kirin.

DIŞIBIYA PENPENÎKÊN NIVÎSKARÊ FRANSAÎ CHARRÎERE

Hemû beşdarên xebatê, her êvarê li ser rewşê civîn lidar dixistin. Bi gotinên "roman, metre, rûpel, tevir, xwendin" bilêv dikirin.

Piştî demeke dirêj ji derve ve paç û kincên spî xwestin. Her wiha ji bo balê nekşîne kincên xwe li hundur bi dermên şuştin û spî kirin. Ji paçên spî, kincên ku karibe di nava berfê de wan veşêre hat dirûtin. Li van, lepikên spî û paçên pêlavan bipêçe, hat zêdekirin. Ji bo serî û rû jî maskeyên spî hatin çêkirin.

Ev fîrar, têkoşîna azadiyê ya girtiyê nivîskarê navdar ê Fransî Henrî Charriêre ku di pirtûka navdar a bi navê "Penpekîk (Palîllon) de behsa jiyana xwe dikir, bibîr dianî.

Piştî xebateke 8 mehan, koma xebatê bi şîşê li jorê da. Hundirê tunelê hinekî ronî bû. Girtiyan bi kevçiyekî û hesinekî biçûk tunela 65 metre dirêj kolandibûn. Devê tunelê li şerampoleke 10 metre nêzî girtîgehê vebûbû. Girtiyan bi rêya pûsûla û hin hesaban, deriyê tunelê li cihê dixwestin vekiribûn.

Biryar hatibû dayîn ku 33 girtî derkevin. Derketin, dê di şeva 15 Sibatê de pêk bihata. Lê belê yên girtî pêşwazî bikira, xwestin rojekê bê taloqkirin. Rojek piştre jî, roja lêgerîna giştî ya girtîgehê bû. Girtiyan ji vê re jî çare dîtin. Girtiyan hemû koxûş bi dermanên kêzikan derman kirin û ji rêveberiya girtîgehê re gotin koxûşên lê dimînin ji bo lêgerînê ne guncaw in. Bi vî rengî lêgerîn hat taloqkirin.

WAN MAÇ QEZENÇ KIRIN

Şeva 16'ê Sibata 1993'an bû. Wê rojê di televîzyonê de ji bo lîga yekemîn a Tirkiyê maçeke girîng hebû. Gardiyanan, girtiyan her kes li pêşberî televîzyonê bûn.

Di wan saetan de komeke ji şoreşgeran ku Çiya Kobanê jî di nav de bû, devê tunelê vekir û ketin hundir. Tunela ji 65 metreyî derbas kirin û derketin çala li kêleka rê. Destpêkê nêzî 10 kes ji tunelê derketin û wergeriyan şerampolê. Yên derketin kincê spî li xwe dikin û yekser ji wê qadê xwe dûr dixin. Heman piştî wan 6 kesên din derketin. Lê belê di vê kêliyê de kûçikên girtîgehê ber bi aliyê wan ve reyî û reviyan. 16 kesên li derve dema navber bi navber dimeşiyan, kûçikên girtîgehê her direyan. Lê di tunelê de hînê girtiyên hewl didan derkevin hebûn. Ji girtiyan hakan Tohmet dema dengê kûçikan bihîst, ket panîkê û vegeriya. Ji girtiyên li dû xwe jî got, kûçikan ên reviyane deşîfre kirine, her kesê bên tinekirin, lewma ew hebû vegerand. Girtiyên li tunelê bi lezgînî xwe vekişandin û vegeriyan koxûşan.

Ji girtiyan Alî Îhsan Kitay dema vegeriya koxûşê ji bo bizanibe kar bi rastî rewşek bi vî rengî heye yan na derket qatekî jorê û li derdorê guhdarî kir. Lê belê li derdorê ji bilî qewt qewta kûçikan tiştek nebû. Û fêm kir ku bûyer ji ber panîka kesekî rû daye. Hema yekser girtiyekî din anî cem xwe û bi hev re daketin tunelê.

18 GIRTÎ AZAD BÛN

Girtiyê ku kûçik li ser wî direya jî, bi kincê xwe yê spî li ser berfê dirêjkirî bû. Nobedarên girtîgehê projektor zîvirandin cihê kûçik lê direyin û ji ber kincê spî di nava berfê de girtî baş vedişart, ew nedîtin. Leşkeran piştî ku demekê ew qad şopandin, pîspîska işaretê lê dan û berê projektorê zîvirandin devereke din. Piştî ku ronahî ji ser wan çû, girtiyan bi lez tevgeriyan. Bi kincên spî ewçend di nava berfê de nedihatin dîtin, ku yên wan pêşwazî bikin jî, ji dûr ve ew nedîtin û dema gihaştin cem wan, bi wan hesiyan. Alî Îhsan Kitay hînê xwe negihandibû wan.

Tevî Çiya Kobanê û Mehmet Çelîk 9 girtiyên PKK'yî, 7 girtiyên ji doza DEV-SOL, TÎKKO, TDKP bi giştî 16 girtî li wesayîtên li benda wan bûn siwar bûn û ji herêmê çûn.

Alî Îhsan Kitay û girtiyekî din jî, piştî wan xwe gihandin ser rê û hinekî meşiyan. Dûre otostop kirin, li wesayîtekê siwar bûn û ji herêmê dûr ketin.

Dema ku derket holê di şeva 16-17'ê Sibatê de ji DEV-SOL'ê Mursel Golelî (Endamê Komîteya Navendî) û Mûstafa Sefer, ji TÎKKO Hasan Dûrna (Sekreterê Giştî), Erol Ozel û Gokhan Kaya, ji TDKP Huseyîn Yanç, Alî Kanar, Mehmet Zengul û Ahmet Vûrûcû, ji PKK'ê Alî Îhsan Kitay, Huseyîn Yildirim, Îbrahîm Serdar, Abdûllah Sonmez, Mehmet Emîn Ozbay, Mûhammet Îsa Şahîn, Mehmet Çelîk, Mehmet Savaş û Yildirim Arican fîrar kirine, rayedarên dewletê ketin nava tengezariyeke mezin.

Fîrar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê ve ji raya giştî re hat aşkerakirin. Rêveberiya girtîgehê û bi dehan rayedar yekser ji wezîfeyê hatin girtin. Li girtiyên mayî jî zextek giran hat kirin. Di serî de Ewropa di çapemeniya cîhanê de bû manşet. Dewletê wêneyên 18 şoreşgerên reviyan, li hemû televîzyon, rojname, hêzên polîs û leşkeran belav kir. Her wiha wêneyên girtiyan li hemû kolanên welêt hatin daliqandin û ji bo dîtina wan xelata pereyan destnîşan kir.

Yek ji rojnameyan manşeta "Hewara Tunel" yeka din jî "Fîrara Mezin" bikaranîn. Hin nivîskaran gotin; dewletê bi salane nekarî tunelên bendava Ataturkê biqedîne, girtiyan bi yek du perçe şîş û hesin tunel koalndin. Hinekan jî bi gotina, "Birayên terorîst bi xêra xwe alîkariyê bidin ku em projeyên tunelê biqedînin" henekê xwe bi dewletê dikirin.

Ji şoreşgeran 16 jê bi selametî gihaştin cihê xwe. Lê belê ji girtiyan Alî Îhsan Kitay hat girtin û ji nû ve ew xistin nava hucreyê.