‘Cilên paqij û şuştî’ nikarin bikevin Girtîgeha Kiriklarê

‘Cilên paqij û şuştî’ nikarin bikevin Girtîgeha Kiriklarê

Li Girtîgeha Tîpa F jimar 2 ya Kiriklarê, pêkanînên îdareya girtîgehê li hemberî girtiyên Gezî pêktînin di astekî ku‘ew qas jî nabe’ de ne. Ji girtiyan malbata Huseyîn Kaya, xwest cilên wî ên qirêj bûyî bigirin û yên paqij radest bikin. Bersiva îdareye girtîgehê bû ‘em cilên paqij qebûl nakin.”

52 kesên ku li Îzmîrê  bi hinceta piştgirî dane berxwedana çalakiyên Parka Gezî ya Stenbolê û hatin binçavkirin piştî wê jî hatin girtin, ji ber pêkanînên keyfî ên îdareya girtîgehê pirsgirêkan jiyan dikin.

Beriya vê jî belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Huseyîn Kaya ku ji ber êşkenceya dîtîbû ketibû rojevê, dîsan bi binpêkirina maf kete rojevê.

Xwişka Huseyîn Kaya Gozde Kaya dema ku çû girtîgehê serdana birayê xwe bûyerên rûdane, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jêre ragihandine ji ANF’ê re vegot.

NANÊ KIFKÎ DIDIN GIRTIYÊN GEZÎ

Xwişka Huseyîn Kaya Gozde Kaya dema ku diçe Girtîgeha Tîpa F jimar 2 ya Kiriklarê serdana birayê xwe da diyarkirin ku, rastî muameleyên dervey mirovahî hatine û destnîşan kir ku “Me zanî ku, nanê kifkîbûyî didin girtiyên Gezî û hertim rastî tacîzê tên. Ev tacîz li me jî tê kirin. Mînak dema ez çûm gardiyan bigotina ‘ger tu bêdeng nebî ezê qedexê danim ser hevdîtinê’ gef xwarin.”

LÊPIRSÎNA SLOGANAN

Kaya da zanîn ku, girtiyên Gezî her şev di demjimêr 21:00’an de slogana di avêjin û ber vê derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û got: “Têkildarî çalakiyên Gezî her şev slogan tên avêtin. Derbarê vê de îdareya girtîgehê lêpirsîn daye destpê kirin. Eger lêpirsîn bidawî bibe dibe ku qedexeya hevdîtina çêbibe.”

ALERJIYA DETERJANA GIRTÎGEHÊ!

Gozde Kaya anî ziman ku, dayîka Huseyîn Kaya jî çûye serdana birayê wê û dema ku çûye serdanê jî cil bixwe re birine û destnîşan kir ku, “Dema ku dayîka min çû hevdîtinê ji birayê min re cil bigirin. Xwest cilên birayê min ên qirêj bigire û yên paqij radest bike. Lê belê îdareya girtîgehê ji dayîka min re got ‘bila di hundir de cilên xwe bidest bişû, em cilên paqij nagirin’ cilên dayîka min birîn negirtin û cilên birayê min ên qirêj jî nedan.”

Parêzera 10 kesên ji ber çalakiyên Gezî ên li Îzmîrê hatine girtin Gul Kîreçkaya jî  balkişande ser pêkanînên bêhiqûq ên îdareya girtîgehê.

‘BI HINCETA ‘TIJEBÛNÊ’ NAVEGUHÊZIN F 1’Ê

Kîreçkaya destnîşan kir ku, li Îzmîrê têkildarî çalakiyên Gezî 4 pêlên operasyonê pêkhatin û got: “Di sê pêlên destpêkê yên operasyonê de yên hatine girtin xistin Girtîgeha Tîpa F ya jimar 1. Lê belê ên di pêla dawî de hatin girtin xistin jimar 2’ê de. Di jimara 2 de piraniya xwe girtiyên edlî dimînin. Ev jî dixwazin di Tîpa F ya jimar 1 de bimînin lê belê îdare bi hinceta ‘tijeye’ destûr nade. Li aliyê din jî hucreyên ku lê dimînin pir cihên ji mirovan dûrin. Agahiyê ji hev nagirin, di bêhndanûstanê de hev nabînin. Ji ber ku hemû cara yekem dikevin girtîgehê gelek tengasiyan dikişînin.”

RÎSKA KU NEKEVIN EZMÛNAN HEYE

Prz. Kîreçkaya da zanîn ku, piraniya girtiyan xwendekarin û anî ziman ku “Li rexmî ku hêjmara xwendekaran pire jî bi hinceta ku ‘zû agahî’ nedane, rîska ku nekevin ezûmanan heye. Birastî jî ev pirsgirêkek cidiye. Ji ber ku eger nekevin van ezmûnan dê vê salê winda bikin. Di vê mijarê de helwesta girtîgehê nehiqûqiye.”